Dagirkeran ji Hewlêrê çi xwest?

Duşem 8 Tebax 2022 - 22:18

  • Li ser astengkirina xwepêşandanên gel yên li Herêma Kurdistanê El-Rikabî PDK renxe kir û got: “PDK ji vê zext û zordariya li ser gel berpirsyar e.” 

Çavdêrê Siyasî yê Iraqî Waîl El-Rikabî diyar kir ku beriya niha bi demeke kurt, şandeyeke ‘Ewlekarî û Îstîxbaratê’ ya Tirk çûye serdana Hewlêrê û bi rayedarên Herêma Kurdistanê re hevdîtin kirine.

Waîl El-Rikabî li ser zextên PDK’ê yên li ser gel, gendeliya berpirsên PDK’ê, zêdebûna asta hejariyê li Herêma Kurdistanê, peywendiyên PDK’ê bi dewleta Tirk re axivî.

Li ser astengkirina xwepêşandanên gel yên li Herêma Kurdistanê El-Rikabî PDK renxe kir û got: “PDK ji vê zext û zordariya li ser gel berpirsyar e.” 

El-Rikabî da zanîn ku PDK zextên li ser gelê Kurd zêde kirine û got: “PDK her dengê ji bo sitandina mafê xwe, bilind dibe, bêdeng dike.”

Xelk wê bêdeng nemîne

El-Rikabî dewlemendiya Barzaniyan û hejariya gel jî bibîr dixe û dibêje: “Pereyê neftê, deriyên bazirganiyê yên sînor û şirket hemû di bin fermana Barzaniyan de ne, lê gelê Kurd li Herêma Kurdistanê dibin şertên zehf zehmet de û hejariyê de dijî!.”

El-Rikabî da zanîn ku gelê Kurd li dijî vê yekê wê rabe û li beramberî kontrola PDK´ê ya liser pere û çavkaniyan hemûyan wê bêdeng nemîne.

Çima hêsantir dikin?

Li ser peywendiyên PDK’ê yên li gel dewleta Tirk jî çavdêrê siyasî zanyariyeke girîng parve kir û got, “Beriya niha bi çend rojan, rayedarên Herêma Kurdistanê li Hewlêrê pêşwazî li şandeyeke ‘ewlekariyê’ ya dewleta Tirk kirin. Di hevdîtinê de mijarên hêsantirkirina vekirina qada hewayî ji balafirên Tirk re û çend mijarên din hatin minaqeşekirin.”

Li gorî El-Rikabî di vê civînê de mijara walîtiya Kerkûkê û ji bo bicihbûna îstîxbarata Tirk li nava walîtiyê de jî hatiye minaqeşekirin.

Waîl El-Rikabî da zanîn ku hêzên siyasî ji vê rewşê agahdar bûne lê bêdengî tercîh kirine!

Di dawiyê de El-Rikabî ji bo pêşî li êrişên dewleta Tirk were girtin, îşaret bi girîngiya ragihandinê jî kir û got, “Divê ragihandin bi rola xwe ya deşîfrekirina sûcên dewleta Tirk rabe û rojevê çêbike.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, beriya niha bi mehekê, çavkaniyên ser bi Heşdî Şebî jî agahiyek belav kiribûn û gotibûn, şandeyeke îstîxbaratî û ewlekariyê ji balafirgeha Hewlêrê çûye serdana Kerkûkê. Lê piştre Rêveberiya Polêsên Hewlêrê ev agahî red kiribû.

ROJNEWS/BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.