• Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a bombebarkirî êriş bire ser Til Rifetê. Di êrişê de 3 kes şehîd bûn, 5 kes jî birîndar bûn. 

Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a bombebarkirî êriş bire ser Til Rifetê. Di êrişê de 3 kes şehîd bûn, 5 kes jî birîndar bûn. Meclisa Malbata Şehîdan a Efrîn û Şehbayê helwêsta dewletên garantor rûreş kir û got, em ê bêdeng nemînin.

Dewleta Tirk a dagirker doh serê sibehê bi balefireke bêmirov a bombebarkirî êriş bir ser navçeya Til Rifet a Kantona Şehbayê.

Li gorî bîlançoya dawî, di êrişê de herî kêm 3 kes şehîd bûn, 5 kes jî birîndar bûn.

Di dîmenan de tê dîtin ku gelek birîndar hene û parçeyên şarapnelê li bedena hinekan ketine.

Li gorî agahiyan, di êrişê de Reşîd Elîko yê 28 salî û Fatime Osman Mamo ya 22 salî û kesekî navê wî nehate zanîn şehîd bûne.

Navê 5 birîndaran jî ev in:

Semîr Ebdulqadêr Reşo, 31 salî

Menan Reşîd Hesen, 57 salî

Hisên Mûrad Qirukî, zarokê 13 salî

Egîd Fexrî Şêxo, 32 salî

Zuhêr Ebdullrehmen Mihemed, 36 salî

Ji ber teqînê zerar li avahî û wesayitên li derdorê jî bû.

Êrişkar şermezar kirin garantor rûreş kirin

Meclisa Malbata Şehîdan a Efrîn û Şehbayê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Til Rifet şermezar kir. Meclisê bêdengiya dewletên garantor jî şermezar kir û got, li hemberî êrişan malbatên şehîdan wê bêdeng nemînin.

Bi sedan endamên Meclisa Malbata Şehîdan û xelkê herêmên Efrîn û Şehbayê li Kampa Serdemê daxuyaniyek têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî navçeya Til Rifetê, şermezar kir.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fewzî Mistefa li ser navê xwepêşanderan got,“Îro careke din dewleta Tirk a dagirker, nîvrojê yanî di roja bazara nav bajêr de, bi balafirên xwekuj navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê û xelkê sivîl kir hedef. Di encamê de 3 kes şehîd bûn û 5 kes jî birîndar bûn.

Em bang li hêzên navneteweyî dikin; ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk bi balafiran sivîlan dike hedef, sala 2020’an dewleta Tirk komkujiya li Til Rifetê pêk anî, ne tenê Til Rifet, Aqîb, Kiladiyê û li deverên Şehbayê hemûyan komkujiyan dike. 

Îro jî dewleta Tirk bi balafirên bêmirov sûka Til Rifetê kir hedefa êrişên xwe û em jî bêdengiya dewletên Rûsya û Emerîkayê yên ku garantor in, şermezar dikin.

Malbatên şehîdan ti carî bêdeng namînin.”

ANHA/ŞEHBA