Dagirkeran êrişê Sîdekan kir
Pêncşem 23 Mijdar 2023 - 00:21
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagiker zozanên bajaroka Sîdekan bombebaran kirin. Li gorî agahiyan, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer zozanên Bolê û Bê Ciwanî yên girêdayî Sîdekanê bombebaran kirin. Hat gotin, têkildarî ziyanên canî û madî yên êrişê ti agahiyek bidest neketine.
Ji hefteya bihurî ve dewleta Tirk a dagirker çar caran deverên cûda yên Herêma Kurdistanê bombebaran kiriye. Lê heta niha hikûmeta demborî ya Mesrur Barzanî ti dengek li beramberî van êrişan dernexistiye.
NAVENDA NÛÇEYAN