• Şêniyên Girê Spî ya dagirkirî, zarokên xwe naşînin dibistanan.

Şêniyên Girê Spî ya dagirkirî, zarokên xwe naşînin dibistanan. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek dibistanên bajarokê Silûkê yê kantona Girê Spî ya dagirkirî veguherandin baregehên leşkerî û derî û pencereyên dibistanên din jî dizîn. Ji ber wê xelkê navçeyê naxwaze zarokên xwe bişîne wir.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker derî, pencere û amûrên perwerdeyê yên dibistanên kantona Girê Spî ya dagirkirî dizîn û gelek ji wan dibistanan veguherandin baregehên leşkerî.

Çavkaniyan ji kantona dagirkirî ragihand ku pirraniya dibistanên bajarokê Silûkê bê derî û pencere ne.

Naxwazin asîmîle bibin

Her wiha heman çavkaniyan da zanîn ku zarok naçin dibistanên ku tê de bi materyalên dewleta Tirk perwerde tê dayîn.

Li herêmên dagirkirî xelk ji ber nebûna pêdiviyên bingehîn ên wekî nan û mazotê, ne razî ne. Ji ber ku nirxê bermîla mazotê bû 500 hezar lîreyên Sûriyê, şênî neçar man bi êzing, tûrikên plastîk û sergînan malên xwe germ bikin.

ANHA/EYN ÎSA