• Doh cenazeyê çeteyekî artêşa Tirk ê ku çeteyên "Polêsên leşkerî" yên dewleta Tirk ew kuştine, hate dîtin. 

Doh cenazeyê çeteyekî artêşa Tirk ê ku çeteyên "Polêsên leşkerî" yên dewleta Tirk ew kuştine, hate dîtin. 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çeteyekî dewleta Tirk a dagirker ê ji Silûkê hate kuştin û cenazeya wî li gundê Acalê yê rojavayê Serêkaniyê li gundewarê Hesekê hate dîtin.

SOHR`ê diyar kir ku serçeteyê koma dagirkeran a bi navê "Firqeya El-Hemzat" ferman daye çeteyê hatiye kuştin ku tev li nav çeteyên artêşa Tirk bibe, da ku agahiyên wan bişopîne. Axir dagirkeran dagirkerek kuştiye. 

NAVENDA NÛÇEYAN