DORŞÎN BARAN / BEDLÎS
Îna bihurî artêşa Tirk a dagirker, li Tetwana Bedlîsê, li derdor û nava gundê Peyindasê êrişeke nû ya dagirkeriyê dabû destpêkirin. Ji hingê ve artêşa Tirk dor li gund girtiye. Di êrişê de hêzên dewleta Tirk 8 gundî kiribûn nezaretê û ji van 3 hatibûn girtin. Herçî sedema girtina gundiyan e, paşê li dosyaya girtina wan hat zêdekirin.
Piştî girtina gundiyan, eskerên dagirkeriyê li çiyayên hawîrdorê kemîn danîn. Qedexeya çûna zozan, mêrg û deverên avî hîna jî qedexe ye. Em çûn gund û me berê xwe da binpêkirinên mafên xelkê gundê Peyindasê.
Ji ber qedexeya li jor me behsa wê kir, xelkê gund neçar e pezê xwe bîne gund û li gund avê bide pezê xwe. Xelkê gund da zanîn ku roja êrişa dagirkeriyê, eskerên tirk bombeyên mijê avêtine nava malan û axuran.
Jin li meydanê kom kirin
Li aliyê din, xelkê da zanîn ku hêzên dewletê zanîbûn ku sîleh bi Mehmet Veysel Aydemir re nîne, dîsa jî bi dronên bi sîleh dane dûv wî û bi deqîqeyan gule lê reşandine. Heman rojê cerdevan dikeve nava mala malbata Avras û sê jinên malê dibe meydana gund. Her sê jin ji sibehê saet 8´an heta saet 14´an di bin tavê de tên hiştin û destûra vexwarina avê jî nadin wan.
Dev ji axa xwe û doza xwe bernade
Piştî ku hêzên dagirkeran Kerem Avras ji nava zeviyê wî girtin û bi êşkenceyê kirin nezaretê, dorgirtin bi dawî dibe. Piştî hingê esker dikevin nava malê û heta bi nava balgehan jî esker digerin. Wan dîsa jî tiştek li malê nedît. Hevjîna Kerem Avras, Sakîne Avras dibêje, “Dîsa jî li ber mala me û li hewşa mala me bi rojan man. Ji ber wan li mala me xew nekete çavê me.”
Sakîne Avras nerazîbûna xwe bi gotinên, “Ne dev ji van erdan, ne jî dev ji doza xwe berdidim. Ez li vir im û ji vir naçim. Ez ê vê zilmê qebûl nekim.”
Nedizanîn ji ber çi hatine girtin
Necîp Tedbîrlî bi şertê kontrola edlî hatiye berdan. Wî da zanîn ku wan nizanîbû ka ji ber çi jî hatine girtin û wiha peyivî: “Me nedizanî ka ji bo çi em kirine nezaretê. Wan pirsa hin kesan ji me dikir, me ew jî nas nedikirin. Piştî girtina îfadeyan, tevî bavê min 3 kes girtin.”