Dagirkeran 7 zarok şehîd kirine
Pêncşem 27 Nîsan 2023 - 15:43
Ajansa ANHA’yê eşkere kir ku ji destpêka sala 2023'yan ve, di êrişên dewleta Tirk a dagirker de li Bakur û Rojhilatê Sûrî 4 zarok şehîd bûne û 4 zarok jî birîndar bûne. Ajansê da zanîn ku 2 zarok jî ji ber ambargoya hikûmeta Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û zarokek jî di encama teqîna bermahiyên şer ên hikûmeta Şamê li Şehbayê de, şehîd bûne.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 23'yê Nîsanê de gundê Eyn El Ebid ê ser Til Temirê topbaran kir.
Di encamê de 3 xwişk û bira; Meryem Xidir Iwês a 10 salî, Itîdal Iwês a 9 salî û Ebdulezîz Xidir Iwês ê 8 salî şehîd bûn û Mihemed Salih Xidir Iwês ê 8 salî û Zehir Xidir Iwês a 14 salî jî birîndar bûn.
16'ê Sibatê li gundê Boban ê rojavayê Kobanê, Mûsa Mistefa Bekhandî yê 16 salî bi guleya leşkerên artêşa Tirk a dagirker ji lingê xwe birîndar bû.
29'yê Çile, li gundê Başemrê yê navçeya Şêrewa ya kantona Efrîna dagirkirî, mayînek ji bermahiyên hêzên hikûmeta Şamê bi Îso Rehmo Erebo yê 14 salî de teqiya û ew şehîd kir.
18'ê Çile, balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker erebeyeke li nêzî gundê Meşûq ê di navbera Dêrik û Qamişloyê de kir hedef û di encamê de Ehmed Ebdulxenî Salim ê 12 salî û 2 welatiyên din şehîd bûn û 4 kes jî birîndar bûn.
Ji ber ku Firqeya 4’an a ser bi hikûmeta Şamê dor li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê girtiye, 7'ê Çile, pitik Hisên Kîbar ê 17 rojî û zaroka piçûk Wîsam Sîdo yê 4 salî ji ber sermayê şehîd bûn.
Di 6'ê Çile de balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker rojavayê Eyn Îsayê bombebaran kir û Elî Xelîfe El Elî yê 10 salî di encamê de birîndar bû.
NAVENDA NÛÇEYAN