Dagirkeran 30 kolber qetil kirine

Duşem 2 Çile 2023 - 02:11

Li gorî bîlançoya Kolbernewsê di nava sala 2022´yan de li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê bi başûr û Bakurê Kurdistanê re, hêzên dewleta Îranê û dewleta Tirk bi sedan 258 kolber yan kuştine yan jî birîndar kirine. 

Malpera Kolbernewsê da zanîn ku par 43 kolberan canê xwe ji dest daye. Pasdarên Îranê 29 kolber yekser bi bi gulebarana qetil kirine. Kolberek jî ji aliyê leşkerên Tirk yên ser sînor ve hatiye qetilkirin.

Li gorî heman daxuyaniyê, kolberên din jî ji ber ku deverên bilind ketine, yan ji ber sermayê, yan ji ber sekinîna dilî û yan jî ji ber buyerên trafîkê hatine mirine.

Kolbernewsê da zanîn ku sala 2022’yan 215 kolber jî birîndarbûne. Hêîzên Îranê 160 kolber kirine hedef û bi sîlehan birîndar kirine. Yên din jî ji ber ketinê, teqçîna mayînan û qezayan birîndar bûne. 

Ji ber xemsariya li herêmên Kurdistanê yên li Îranê, nebûna derfetên kar û zêdebûna  hejariyê, welatî ji bo debara xwe bikin, li ser sînorê herêmê, Başûr û Bakurê Kurdistanê karê zehmet û metirsîdar ê kolberiyê dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.