Dagirkeran 26 caran bombe kir

Çarşem 24 Gulan 2023 - 13:43

Artêşa Tirk a dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê 7 caran bi balafirên şer, 19 caran jî bi obus, hawan û tankan bombe kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da û got:

Li Herêma Zê (Zapê)

22'ê Gulanê saet di 14:20'î de dagirkeran li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê êriş birin ser hêzên me. Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bersiv dan êrişa dagirkeran.

22'ê Gulanê saet di 10:00 de dagirkeran êriş birin ser hêzên me yên li çeperên berxwedanê ya Sîdayê. Hêzên me yên YJA Starê ji bo xwe biparêzin bi taktîka sabotajê bersiv dan. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

23'ê Gulanê saet di 09:30'î de dagirkeran êriş birin ser hêzên me yên li çeperên berxwedanê yên Sîdayê. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bersiv dan.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker

21, 22 û 23'ê Gulanê li Xakurkê qada Goşînê, li Metînayê Girê Çarçêl, Girê Amediyê, li Zapê Girê Behar û Girê Cûdî 7 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

21, 22 û 23'ê Gulanê li Metînayê Girê Şehîd Piling, Girê Hekarî, li Zapê Girê Cûdî, Girê Behar, Çemço û Sîda 19 caran bi obus, hawan û tankan hatin bombekirin.

23'ê Gulanê dagirkeran li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê hewl da ku bi kepçeyan çeperên me hilweşînin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.