Dagirkeran 133 caran êriş kir

Sêşem 30 Gulan 2023 - 16:03

Artêşa Tirk a dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê 127 caran bi obus, hawan û tankan, 6 caran jî bi balafirên şer bombe kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker ev agahî dan:

Li rojhilatê Zê (Zapê)

27'ê Gulanê saet di 06:30'î de dagirkeran êriş bire ser hêzên me yên li çeperên berxwedanê yên Sîdayê. Hêzên me ji bo xweparastinê bersiv da.

Li rojavayê Zê (Zapê)

28'ê Gulanê saet di 13:50'î û 29'ê Gulanê saet di 11:30'î de dagirkeran êriş bire ser hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê. Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bersiv da.

Li Metînayê

28'ê Gulanê saet di 05:00 de dagirkeran êriş bire ser hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî, hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bersiv dan êrişan.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker

27, 28 û 29'ê Gulanê herêma Şehîd Şerîf a Xakurkê û rojavayê Zapê 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

23’yê Gulanê derdora Çemê Lolanê yê Xakurkê, Girê Cûdî û Girê FM'ê yên li rojavayê Zapê û qadên Çemço û Sîda yên li rojhilatê Zapê 127 caran bi obus, hawan û tankan hatin bombekirin.

Artêşa Tirk a dagirker 27'ê Gulanê êriş bire ser çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê, bi kepçe û maşîneyên şikandinê hewl dide çeperan hilweşîne.

Artêşa Tirk a dagirker 27, 28'ê Gulanê êrişî çeperên me yên berxwedanê yên li Çemçoyê kir û hewl dide çeperan hilweşîne.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.