Dagirkeran 12 caran êriş kir
Sêşem 9 Gulan 2023 - 15:19
Artêşa Tirk a dagirker 12 caran êrişî çeperên berxwedanê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker ev daxuyanî da;
Li herêma Zê (Zapê)
8’ê Gulanê saet 12.00 û 15.20’an de dagirkeran êrişî Qada Berxwedanê ya Girê FM kir. Hêzên me ji bo xweparastinê li dagirkeran da.
Sûcên artêşa Tirk a dagirker
8’ê Gulanê çeperên me yên berxwedanê yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM´ê bi çekên qedexekirî hate bombekirin.
8 û 9’ê Gulanê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediye û Girê FM û çeperên me yên berxwedanê yên Sîdayê 11 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.
Artêşa Tirk a dagirker hewl dide çeperên me yên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê FM bi kepçe û dozeran hilweşîne.”
BEHDÎNAN