- Dewleta Tirk a dagirker li hemberî gundên Dirbêsiyê nuqteyên xwe yên eskerî zêde dike û dîwarê sînor jî rakir.
Doh ji berê sibehê û pê ve dewleta Tirk a dagirker baregehên xwe yên li hemberî gundên rojavayê Dirbêsiyê xurt kirin.
Dagirkerên li hemberî gundê Çitliyê yê li rojavayê Dirbêsiyê, baregehên xwe xurt dikin.
Dewleta Tirk dest bi avakirina nuqteyên nû li ser sînor kiriye û 5 parçeyên ji dîwarê beton jî rakirin. Her wiha dewleta Tirk li derdora nuqteyên xwe jî xendekan dikole.
Çavkaniyekî leşkerî li herêmê ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker bi şev gelek dewriyeyan dike. Nayê zanîn ka sedema vê amadekariyê çi ye.
DIRBÊSIYÊ