Dagirker necehemî zarokek kuşt

În 12 Tebax 2022 - 22:30

  • Li herêmên dagirkirî yên Sûriyê, li dijî dewleta Tirk xwepêşandan pêr bi şev hatin lidarxistin.

Li herêmên dagirkirî yên Sûriyê, li dijî dewleta Tirk xwepêşandan pêr bi şev hatin lidarxistin. Leşkerên Tirk gule li xwepêşanderên li bajarê Ezazê reşandin. Di êrişê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û gelek xwepêşander jî birîndar bûn.

Pêr bi şev li gelek herêmên dewleta Tirk û çeteyên wê dagirkirî yên weke Ezaz, Cerablûs, Idlib û Mareê, xwepêşandanên li dijî dewleta Tirk hatin lidarxistin. Xwepêşanderan nêzîkbûneke muhtemel a dewleta Tirk a dagirker û hikûmeta Şamê şermezar kir, ala Tirkiyeyê şewitand û bi dirûşmeyên bang li artêşa Tirk kirin da ku ji herêmê derkeve.

Çavkaniyeke ji bajarê Ezazê ragihand ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker gule li xwepêşanderan reşandine, di encamê de zarokek hatiye kuştin û hin xwepêşanderên din jî birîndar bûne.

Hêrsa gel li herêmên dagirkirî doh jî dewam kir. Doh piştî nimêja Înê li gelek deveran dagirker hatin rûreş kirin. Herçî çeteyên dewleta Tirk in, gef li xelkê xwarin. 

Li gelek herêmên ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne, li Ezaz, Cerablus, Mareê, Rayî, Bab, Soran û Serêkaniyê bi dirûşme 'Hilweşe Tirkiye û hilweşe desthiladarî" çalakî hatin lidarxistin. 

Çalakvanan her wiha ji bo çalakiyên doh bang kir da ku ala Tirkiyeyê li herêmên hatine dagirkirin hemûyan bê derxistin. Gava nûçeya me dihat amadekirin, çalakiyan dewam dikir.

Xwepêşanderan nehişt karwanekî dewleta Tirk di ser rêya Efrîn-Ezazê re derbas bibe û bikeve Ezazê. 

Wezareta Tirk ji Beesê nerazî ye!

Wezîrê karê derveyê Tirk Mevlut Çavuşoglu bi daxuyaniya xwe ya ku, ew dixwazin bi rejîmê re li nhev bikin, kiribû ku ev xwepêşandan dest pê bikin. Piştî wî, doh berdevkê wezareta wî Sefîr Tanjû Bîlgîç qebûl kir ku ew hewl didin bi Esed re li hev bikin lê “Ji ber sersariya rejîma Esad pêvajo nameşe.” Yanî heger bi ya dewleta Tirk be, wê ji mêj ve xiyanet bi çeteyên xwe re kiribû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.