Dagirker êrişên xwe dewam dikin

În 12 Gulan 2023 - 15:27

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bênavber dewam dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da û got;

Li herêma Zê (Zapê)

11'ê Gulanê saet di 07:00 de dagirkeran êriş bire ser Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bersiv dan dagirkeran.

11'ê Gulanê saet di 15:00 de dagirkeran êriş birin ser çepera me ya berxwedanê ya li Sîdayê û hewl dan hilweşînin. Hêzên me jî bersiv dan dagirkeran.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker

11'ê Gulanê qada Kanîsarkê ya Garê û Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

11 û 12'ê Gulanê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê 8 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.