Çeteyên dagirkeriya dewleta Tirk hîn jî binesaziya kantona Girê Spî ya dagirkirî wêran û talan dikin.

Çeteyên dagirkeriya dewleta Tirk hîn jî binesaziya kantona Girê Spî ya dagirkirî wêran û talan dikin. Çavkaniyên li cihê cih diyar dikin ku çeteyan têlên elektrîkê yên di navbera bajarokê El-Elî Baciliye û navenda kantona dagirkirî de dizîne.

Çavkaniyan ragihand ku li devera di navbera bajarokê El-Elî Baciliye û navenda kantona dagirkirî de çeteyên Lîwa El-Qadisiye bi şev bi alavên mezin erd kolane.

Heman çavkaniyan diyar kir ku bi sibê re diyar bû ku çeteyan tora elektrîkê ya di navbera bajarokê El-Elî Baciliye û navenda kantona dagirkirî de dizîne.

Her wiha çavkaniyên cihî ji gundewarê Girê Spî diyar kirin ku çeteyên Ehrar El-Şerqiye têl û veguhêzên elektrîkê yên gundên Silûkê yê dagirkirî dizîne û ji bo wê wesayîtên mezin bi kar anîne. 

ANHA/EYN ÎSA