- Kontra û cerdevanên dewleta Tirk daristana gundekî Rêkaniyan dibirrin.
Kontra û cerdevanên dewleta Tirk daristana gundekî Rêkaniyan dibirrin. Di heman demê de wêneyên ji satelîtan îsbat dikin ku dewleta Tirk gelek rêyên dagirkeriyê li Başûrê Kurdistanê çêkirine û di çarçoveya van rêyan de jî daristan bi temamî birrîne.
Kontra û cerdevanên dewleta Tirk a dagirker di van rojên dawiyê de dest bi birrîna daristana gundê Kêrya Dêrê ya ser bi herêma Rêkaniyan, kirine.
Xelkê herêmê yên ji ber sedema ewlekariyê nexwest nasnameya wan bê eşkerekirin, bang li saziyên jîngehparêz kir da ku dest werdin rewşê.
Li gorî çavkaniyên deverê gundê Kêrya Dêrê di nava xelkê herêmê de weke Serê Darê jî tê nasîn. Çavkaniyan ragihand ku van rojên dawiyê, komek ji kontra û çeteyên dewleta Tirk çûne herêmê û dest bi jêkirina daristanên gund kirine.
Ji dîmen jî xuya dibe, kesên hatine herêmê, devereke befireh dane ber xwe û hewl didin bi lez devereke mezin bê daristan bikin.
Xelkê deverê bang dikin li saziyên jîngehparêz ên Herêma Kurdistanê û saziyên sivîl ên bi mijarê re eleqeder, da ku dest werdin rewşê û rê nedin, dewleta Tirk daristan û jîngeha herêmê wêran bike.
Gundê Kêrya Dêrê ser bi Şêladizêya parêzgeha Dihokê ye.
Rêyên dagirkeriyê bi satelîtan
Dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê bi dehan rêyên dagikeriyê ji bo qereqol û baregehên dagirkeriyê çêkirin. Ji bo vê jî daristanên çiyayên Kurdistanê birrîn û hîna jî bi vî karê xwe yê qirkirina xwezayê daketiye.
Wêneyên ji satelîtan hatine girtin, nîşan didin ka daristan çawa tên birrîn û ka çi qasî li devereke fereh rê hatine çêkirin. Yanî bejahiya Dihokê hema hema bi temamî dagirkirî xuya dike.
Wêneyên rêyeke avakirina wê destpêka Tîrmeha 2021’ê dest pê kiriye, nîşanî me didin ku rêya ji aliyê Bakurê Kurdistanê tê, di ber çemê Xabûrê re dadikeve Başûr.Ew rê digihîje rêyeke din a ku gelek baregehên eskerî yên dagirkeriya Tirk bi hev ve dike. Bi wêneyên ji Sentinel-2 ê 4´ê Tebaxê, yê Planetê yê 13´ê Tebaxê em dibînin zerareke çawa dane daristanê. Bi wêneyên seranserê Tîrmehê jî em dibînin ka çawa bi lez daristan tê birrîn.
Yanî dewleta Tirk hem dagir dike, hem rêyên dagirkeriyê ava dike û hem jî qir dike.
NAVENDA NÛÇEYAN