Dadgehê berdan PDK bernade

Pêncşem 7 Tîrmeh 2022 - 22:42

  • Rêxistina CPT ya Başûrê Kurdistanê têkildarî pênc girtiyên Şêladizê daxuyaniyeke nivîskî da. 

Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakê (CPT) ya li Başûrê Kurdistanê ragihand ku diviyabû dawiya Hezîranê pênc girtiyên Şêladizê bi awayê mercdar bihatana berdan, lê heta niha jî nehatine berdan û di girtîgehê de ne. CPT’yê diyar kir ku heta niha jî çarenûsa her pênc girtiyan ne diyar e.

Rêxistina CPT ya Başûrê Kurdistanê têkildarî pênc girtiyên Şêladizê daxuyaniyeke nivîskî da. Wê got, biryar bû girtiyên Şêladizê Kovan Tariq, Yusuf Şerîf, Nêçîr Bedîh, Mehmud Nacî û Ehmed Rêkanî di dawiya meha bihurî de bi şert bihatana berdan. Lê heta niha di girtîgehê de têne ragirtin. Her wiha ti tişt li ser çarenûsa wan jî nayê zanîn.”

Her wiha di daxuyaniya CPT´ê de ragirtina her pênc girtiyan a di girtîgehê de tê şermezarkirin û tê gotin, ew wek CPT ji rewşa tendirûstiya beşek ji girtiyên Şêladizê yên di girtîgeha Çaksazî ya Gewran a Hewlêrê de bi fikar in.

Her pênc aktîvîst, ev nêzî 19 mehan in di girtîgehê de ne. Roja 16’ê Gulana 2022’yan jî rûniştina doza wan hat lidarxistin. Dadgehê bi tohmeta ‘hewildan ji bo avakirina koma çekdarî, alîkarîdana PKK’ê û birêxistinkirina xwepêşandanên tundûtûjiyê’ ji bo her pênc girtiyên Şêladizê bi madeya 1 a yasaya hejmar 21 a sala 2013’an a Parlementoya Herêma Kurdistanê her yek ji wan du sal cezayê girtîgehê li wan birrî.

Her wiha dadwer biryar da ku ew bi şêweyê mercdar werin berdan. Li gorî biryarê diviyabû her pênc girtî dawiya Hezîranê bihatana berdan, lê heta niha nehatine berdan. 

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.