- Polêsê Elman ê ku li şidet li dijî xwepêşandêrên Kurd ên di nezaretê de bi kar dianî ji pîşeyê xwe hat dûrxistin û salek û 3 meh cezayê hepsê lê hat birrîn.
PERWER YAŞ
BERLÎN
Li ser giliyê şahideke polês, li polêsê bi navê Tony A. ji ber ku li xwendekareke Kurd a di nezaretê de daye, cezayê hepsê hat birrîn. Ev ciwanê Kurd di dema xwepêşandaneke li Berlînê de hatibû girtin û polêsan ew xistibû nezaretê. Dadgehê salek û sê meh cezayê hepsê li polês birrî.
Beriya çendekê ev nûçe di çapemeniya Berlînê de derketibû. Lê navê polês jî û bûyera sedema dozê jî nehatibû eşkerekirin. Xwepêşandana behsa wê tê kirin, 1ʼê Kanûna 2018ʼan di 25. saliya wê de ji bo protestokirina qedexekirina PKKʼê li Elmanyayê bû. Polês êrişî vê xwepêşandanê kiribû. Polêsan li hin ciwanên di nezaretê de xistibû. Polêsekê bi navê Tony A. nexasim şidet li dijî girtiyan bi kar anîbû. Xwendekarekî Kurd ê bûyî mexdûrê vê şidetê jî li ser vê doz li polês vekir. Lê belê ji ber ku ti delîlên ji bilî îfadeya wî nebûn, ev ciwan di doza xwe de bi ser neketibû.
Di nava polês de nijadperestên Tirk
Lê belê vê carê polêseke din a bi navê Lisa G. ji ber şideta vî polêsî nerehet bû û giliyê wî kir. Lîsa G. di îfadeya xwe de got, wê ji Tony A. re gotiye. "Tu her carê di xwepêşandanên Kurdan de şidetê bi kar tînî."
Di encama lêpirsîna dozgeriyê û midûriyeta polês a Berlînê de doz li vî polêsî hat vekirin. Dozger di rûniştina dozê de got, "lêdana mirovên di nezaretê de sûcekî cidî ye."
Polêsê êşkencekar, îdîa red kirin, lê polêsa şahid got, bîla sedem di nava maşîna polêsan de Tony A. li xwepêşandêrê Kurd xistiye. Dadger ev îfade rast dît û salek û 3 meh cezayê hepsê li Tony A. birrî. Wekî din li vî kesî pîşeyê polêsiyê jî hatiye qedexekirin.
Lê belê vê biryarê tenê piçek ji şideta polês a li dijî Kurdan nîşan da. Di nava polêsên Berlînê de dijminên Kurdan û alîgirên nijadperestên Tirk hene û gelek caran şidetê li dijî xwepêşandêrên Kurd bi kar tînin. Jixwe sala 2017ʼan perwerdekarekî akademiya polêsan lê mikur hatibû ku di xwepêşandanên Kurdan de alîgirên hişk ên rejîma Erdogan tên wezîfedarkirin. Wî ev rewş rexne kiribû.