Curnê Reş wê bersivê bide hîlekeran

Şemî 1 Hezîran 2024 - 00:37

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Curnê Reş ku wê 2’yê Hezîranê hilbijartina şaredariyê dubare bibe, axivî û got,’’Curnê Reş wê bersiveke xweş bide hîlekeran’’ û nîşan bide bê ka Kurd li kû diseninin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan, li navçeya Curnê Reş a Rihayê ku wê hilbijartin lê bên nûkirin, beşdarî civîna gel a partiya xwe bû. Bakirhan di ketina navçeyê de ji aliyê girseyeke qelebalix ve hat pêşwazîkirin ku di nav de Parlamenterên DEM Partiyê Omer Ocalan, Pervîn Bûldan, Dîlan Kûnt Ayan, Sînan Çîftyûrek, namzetên Hevşaredariyê yên Curnê Reş Serhan Paydaş û Garîp Yeşîl jî hebûn.

Curnê Reş wê ispat bike

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ku girseya li ber buroya hilbijartinê silav kir, got: "Gelê Curnê Reşê wê di 2'yê Hezîranê de bersiveke xweş bide û wê careke din îspat bike ku gelê Kurd li kû ye. Em ê derseke xweş bidin hîlekaran. Berî em bên vir me li girtîgehên Kandira û Edîrneyê serdana Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdagê kir. Me slavên wan ji we re anîn. Me silavên 13 hevrêyên xwe yên di Doza Kobanê de ceza xwarin ji we re anîn. Hûn dizanin çi digotin? Bawer bikin ji dêvla behsa cezayê ku belesebe bi wan hatibû birin bikin, ji me pirsin ku hûn ê li Curnê Reş bi ser bikevin yan na. Em ê bi ser bikevin yan na? Her bijî, mala we ava."

Kurd tevî zextan jî bi ser ketin

Bakirhan ku siyasetmedarên Rihayî İbrahim Ayhan, Ferîdûn Yazar û Muhsîn Melîk bibîr anîn, got: "Gelê Kurd tevî hemû zextan û bedêlan jî li Kurdistanê 79 şaredarî bi dest xistin. Hûn her hebin. Her bijî." 

Curnê Reş şaredariyê bi dest bixe

Bakirhan bilêv kir ku nûkirina hilbijartinan neheqî ye û got: "Bawer bikin gelê Curnê Reş wê di 2'yê Hezîranê de careke din şaredariya ku ji wan hatiye dizîn bi dest bixe."

Bakirhan destnîşan kir ku wê Curnê Reş di 2'yê Hezîranê de bersiveke mezin bide hîlekaran.

ANF/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.