Curnê Reş dîsa bi ser ket

Sêşem 4 Hezîran 2024 - 00:50

Garîp Yeşîl û Serhan Paydaş ku ji bo Şaredariya Curnê Reş ji DEM Partiyê hatin hilbijartin, diyar kirin ku wê ji bo hemû şêniyên navçeyê bixebitin û encamên hilbijartinê diyarî siyasetmedarê Kurd Mûhsîn Melîk kirin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Curnê Reş a Rihayê di hilbijartina xwecihî ya dubarekirî de bi ser ket. Hevşaredarên DEM Partiyê yên Curnê Reş Serhan Paydaş û Garîp Yeşîl bi 10 hezar û 730 deng wergirtin. Namzetê AKP’ê jî 7 hezar û 420 deng girt. DEM Partî ji ber xatirê şîna her du karkerên jiyana xwe ji dest dabûn, pîrozbahiyê li dar nexist. Bi beşdariya hezaran kes ku li ber avahiya DEM Partiyê kom bûbûn, daxuyanî hat dayîn. Parlamenterên DEM Partiyê û Hevşaredarên Curnê Reş derketin ser otobusê û gel silav kirin.

Bi rihê yekîtiyê em ê bimeşin

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan xîtabî gel kir û wiha got: “Gelê me yê qedirbilind carek din got, ‘ez va li vir im’. Em bi hezarên salan e li ser vê axê dijîn û xwedî li av, ax û dîroka xwe derdikevin û em her tim jiyana bi hev re dibijêrin. Gelê Curnê Reş di hilbijartina 31’ê Adarê de bi neheqiyek mezin re rû bi rû ma. Lê gelê me sebr û hedana xwe parast û ket pey edaletê. Em bi bîr û bawer sekinînin. Em ê ji niha şûn ve jî wisa bikin. Em ê li Hîlwanê bi ruhê yekîtiyê bimeşin. Em naxwazin gelê me xemgîn bibe.

Ji Curnê Reş ji Imraliyê re slav

Ji qada ku gel lê civiya bû bênavber dengê dirûşmên wek, “Bijî Kurdistan”, “Curnê Reş dimeşe erd û ezman diheje", “Silav silav hezar silav li Îmraliyê”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” olan dan. 

Serkeftin diyarî Melîk kirin

Hevşaredarên bi ser ketin li ber avahiya partiyê spasiya girseya gel kirin.

Garîp Yeşîl got, "Em spasiya hemû şêniyên Curnê Reş dikin. Em vê serketinê deyndarê jinên Curnê Reş in. Bi taybetî li jinan, li tevahiya xelkê Curnê Reş pîroz be."

Paydaş jî got, "Me tecrîda li ser Curnê Reş bi hev re rakir. Zêdeyî 5 sal in ev mejî xizmetê tenê ji alîgirên xwe re dike. Em ê ji sibe û pê ve xizmetê ji tevahiya xelkê Curnê Reş re bikin."

Paydaş ragihand ku ew encamên hilbijartinê diyarî siyasetmedarê Kurd Mûhsîn Melîk dikin ku beriya 30 salan hate qetilkirin.

ANF/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.