Çûn bi hovî bikujin

Pêncşem 7 Îlon 2023 - 13:14

  • Hêzên dewleta Tirk navçeya Wanê Qelqeliyê, 1´ê Îlonê bi 6 helîkopter û 50 maşînên leşkerî bi ser malekê de girt û du kes qetil kirin. Hêzên dewleta Tirk ji gundiyan re got, “Me bixwesta me dê ev der jî hilweşanda û hûn bikuştana”. 

MEDÎNE MAMEDOGLU / WAN 


Hêzên dewleta Tirk 1´ê Îlonê li taxa Çamilî ya Qelqeliya Wanê bi artêşekê bi ser malekê de girt, ew mal bi saetan bombebaran kir û du kes qetil kirin. Mal bi maşînên kar hat hilweşandin û cenazeyên her du kesên qetilkirî jî bi mekîneyên kar ji bin xirbeyan hatin derxistin.

Li gund gelek gule li malên xelkê jî ketin. Leşkeran bi ser malan de girt, û ji xelkê gund du kes kirin nezaretê. Leşkeran gef li xelkê gund xwarin û ji wan re got, “Me bixwesta me dê ev der jî hilweşanda û hûn bikuştana.”

Parêzer Murat Ozçiçek li gund piştre hil lêkolîn kirin û got, “Bi 6 helîkopter û hema hema 50 maşînî operasyon kirine. Tişta ku hatiye kirin, pratîka ‘Em kengî bixwazin, em dikarin we bikujin e.” 

 

Xanî hilweşandin û cenaze ji bin xirbe derxistin

Esas êrişa li dijî gund, 31´ê Tebaxê dest pê kir û heta 1´ê Îlonê bi şev dewam kir. Di êrişê de hêzên dewleta Tirk malek bi erdê re kir yek; maşînên nêzî malê jî wiha li wan hat ku êdî bi kêr neyên. Ne tenê di qetilkirinê de hovîtî hebû. Xanî pêşî bi maşînên kar hat xerakirin û paşê cenaze ji bin xirbeyan hatin derxistin. Hat zanîn ku her du kes jî ji Rojhilat in û malbatên wan pêr çûne Wanê û ji bo testa DNA´yê nimûne dane.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqzanên Azad (OHD) û Baroya Wanê çûn gundê ku hêzên dewletê dor lê girtiye. Heyetê lêkolîn li gund kirin. Hevserokê şaxê Wanê yê OHD´ê parêzer Murat Ozçîçek got, wan tesbît kiriye ku di êrişê de gelek caran mafên mirovan û welatiyan hatine binpêkirin. .

 

6 helîkopter 50 maşîn

Murat Ozçîçek, got, xelkê gund daye zanîn ku êrişê 31´ê Tebaxê saet 15:00´an dest pê kiriye û agahiyên xelkê gund wiha parve kirin: “Xelkê gund dibêje, piştî ku dor li malê girtin, bi saetan gule li malê reşandin û bombebaran kirin.” Wan gotiye, hêzên dewletê xwestiye xelkê gund çavtirsandî bike. Ozçîçek wiha dewam dike: “Bi 6 helîkopter û hema hema 50 maşînan bi ser malekê de digirin. Bi saetan malek bombebaran kirine. Piştî ku xanî bi temamî hilweşiyaye, bombebarandinê û gulereşandinê dewam kiriye. Pişt re maşînên kar di ser xaniyê hilweşiyayî re çûne, her tuxleyê xênî çikandine. Bi vê operasyonê hewl didin miletê Kurd bitirsînin, çavtirsandî bikin. Tişta ku hatiye kirin, pratîka ‘Em kengî bixwazin, em dikarin we bikujin e.”

 

Gef xwarine: Minê hûn jî bikuştana

Parêzer Murat Ozçîçek da zanîn, leşkeran dor li maleke nêzî mala hatiye hilweşandin jî girtiye û got, “Kesên di malê de tirsiyane ku guleyan li wan jî bireşînin, li cihekî ewle geriyane. Lê hingê leşker ketine malê, gef li wan xwarine ku wan bikujin, û bigirin.” Parêzer Ozçîçek da zanîn ku bav Omer û kurê wî Samî Kiliççeken kirine nezaretê, lê wî nekariye rojekê xwe bigihîne wan. Ew paşê bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. Parêzer Ozçîçek got, leşkeran gef li her du welatiyan xwarine: “Ji wan re gotine, ´min bixwesta, minê ev der jî hilweşanda. Minê bigota gule li min reşand û ev der hilweşanda. Minê hûn jî bikuştana.”

Parêzer Murat Ozçîçek da zanîn ku beriya êrişê leşkeran ti kes hişyar nekiriye û ti tedbîrên ewlehiyê jî negirtine, gule li xaniyên din ên li malê jî xistine: “Mafê jiyanê, esasê tevahiya mafên din e. Di şer, rewşa awarte û rêveberiya dijwar de jî ev maf betal nabe. Hêzên dewletê roja êrişê ne ji bo parastina mafê jiyanê yê xelkê gund û ne jî yê her du kesên hatine qetilkirin, hîç hewl nedaye, berevajî vê, hêzên dewletê ji bo kuştinê ev êriş kiriye.”

 

Berpirs divê bên cezakirin

Murat Ozçiçek bi bîr xist ku ev rewş li dijî qanûna destûra bingehîn a dewleta Tirk bi xwe ye jî û xwest berpirsiyar bên dadgehkirin. Ozçîçek da zanîn ku ew ê rapora xwe ya li ser êrişê paşê eşkere bikin û ji baro, rêxistinên civaka sivîl û siyasetvanan xwest xwedî li xelkê û mafê wan derkevin. Wî ji siyasetvanan xwest ku mijarê bibin rojeva parlamena li Enqerê jî.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.