Daristanên li quntarê Çiyayê Cûdiyê ji pêr ve ji nû ve dişewitin. 

Agir bi devera daristanê ya Gundê Spîndarokê ê li quntarê Çiyayê Cûdiyê ket. Sedema agirê pêr bi daristanê ket, nehat zanîn, lê bi bandora bê re zû belav bû. Axir bi her halî, ji destpêka havînê ve leşkerên Tirk hem bi destê xwe daristanên Cûdî dişewitînin, û hem jî fermanê didin qoriciyan da ku ji kokê ve daristanên Kurdistanê biqelînin. Gelek caran nahêlin xelk jî agirê bi daristanan ketî vemirîne. Jixwe heta gava amadekirina nûçeya me jî ji bo vemirandina şewatê ti hewldanên dewleta dagirker nebûn û mirov dikare vê jî weke “hêzên dewleta Tirk agir bi daristanê xistine” şirove bike.  
Li aliyê din agir bi 10 nuqteyên cuda yên herêma Bestayê ya Şirnexê jî hatiye xistin, ev şewata daristanê ya li Besta jî hîna didome.

ŞIRNEX