- Fermandar Axîn Mûş a ji Londonê çû çiyayê Kurdistanê li Londonê hat bibîranîn. Di bibîranînê de hat gotin, Axîn Mûş ji bo tolê ji komploya navneteweyî hilîne, çûye çiyayê Kurdistanê û derbên giran li dijminê hebûna Kurdan daye.
Axîn Mûş (Hulya Demîrer) sala 1995’an ji Ingilistanê tevlî nav refên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bû, paşê tevlî nava refên gerîla bûbû û bûbû Fermandara Eyaleta Amedê. Şehîd Axîn Mûş li Londonê hat bibîranîn û bi sedan kes tev li merasîmê bûn.
Ji bo fermandara Eyaleta Amedê Axîn Mûş (Hulya Demîrer) ku 17’ê Îlonê di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk de bû şehîd, li Navenda Civaka Kurd meresima bibîranînê hat çêkirin. Malbat, hevrê û bi sedan Kurdistanî tev li meresimê bûn.
Di merasîmnekê de meseyek ji bo bibîranînê hat amadekirin. Li ser maseyê wêneyên Havîn Karakoç, Çetîn Temel (Demhat), Cîhat Ay û kulîlk hatin danîn û find hatin vêxistin. Wêneyê Rêber Abdullah Ocalan û alên PKK’ê û PAJK’ê li salonê hatin daliqandin.
Piştî rêzgirtina ji bo Şehîdên Şoreşê, sînevîzyonek li ser jiyana Axîn Mûş hat nîşandan. Gava nîşandana sînevîzyonê, gelek caran dirûşima ‘Şehîd namirin’ hat gotin.
Li bibîranînê, pêşî peyama Tevgera Jinên Kurd hat xwendin. Hevseroka Meclisa Gel, Turkan Bûdak peyam xwend û got, “Heval Axîn nirxekî welê ye ku xelkê Serhedê yê berxwedêr mezin kiriye, ji ber êşa veqetîna ji ziman, nasname û çanda xwe û herwila ketina pey cewherê xwe, bi Tevgera Azadiyê re zû bûye hevnas. Mirov ku ji derve li hevrê Axîn dinihêrt, ji sekina wê bi mirov re heybet çêdibû û her wiha yeke sekan bû. Di dil de bahoz radibû, volkan diteqiya lê zû bi zû bi kesî nedida hisandin. Ev volkan piştî dîlgirtina Rêber Apo teqiyaye û ti zemînî nekariye hevrê Axînê bigire.”
Bûdak destnîşan kir ku Axîn ji bo hildana heyfê ji komploya berpêyî Rêberê Gelê Kurd têkoşiyaye da ku careke din gel heman êşê nekişîne. Bûdak diyar kir ku vîna Axîn Mûş, pirr xurt bûye û got, “Melayîket bibûna mirov, wê berendama ewilî hevrê Axîn bûya.”
Ji Londonê berê xwe da Kurdistanê
Nivîskar Alî Poyraz jî li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan axivî, îşaret bi wê yekê kir ku pêncî salên dawîn, di serî de jin û ciwan li Kurdistanê bedêl pirr hatiye dayîn û wiha pê de çû: “Ev bedêl encama berxwedana li dijî mêtingeriya Tirk e. Ev berxwedan wê her dewam bike. Şoreşa Rojava bi têkoşîna rûmetyar a hevrê Axînan çêbû.”
Alî Poyrazî anî ziman ku mêtingeriya Tirk nikare çongê li Kurdê berxwedêr bişikîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hevrê Axîn sala 1995’an ji Londonê tev lî nav refan bû. Wek gerîlayeke jin tevlîbûna ji Londonê bi serê xwe şoreş e. Heta şehîd bibe jî bi erka xwe ya şoreşgerî rabû. Şehîd bi jiyana xwe siberoja me ronî dikin. Şehîd namirin.”
Li dijî zilmê çû çiyê
Piştî Alî Poyrazî, hevalê wê yê têkoşînê Xalê Selîm axivî. Xalê Selîm got, “Serê gelê me yê welatparêz ê berxwedêr sax be. Sala 1996’an em bi hev re têkoşiyan. Jineke Kurd a fedakar bû. Beriya bigihîje gerîla, me li Ewrûpayê hev dît. Diyar kir ku ew ê ji bo gel biçe serê çiyayan. Divê mirov li dijî neheqî û zilmê baş li ber xwe bide û şer bike. Anî ziman ku ew ê xeyalên xwe li çiyayên Kurdistanê bike rastî. Axîn ku fermandareke mezin bû, derbên wisa giran li dijmin xistin ku wê ti carî ji bîr nebin. Di xeta Rêber Apo de, jiyana xwe di ber Kurdistanê de da. Axîn şîn e. Axîn Kurd in. Şehîd namirin.”
Piştî axaftina Xalê Selîm dirûşmên “Şehîd namirin” û “Jin jiyan azadî” hatin gotin.
ANF/LONDON