CPJ’yê têkildarî şehîdkirina rojnamevan Azîz Koyluoglu raporek weşand. Di raporê de hat gotin Azîz Koyluglu ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve bi zaneyî bûye hedef. 

Rêxistina CPJ têkildarî şehîdkirina rojnamevan û têkoşer Azîz Koyluoglu de raporek weşand. Di raporê de bal kişand ser wê yekê ku Koyluoglu tenê karê rojnamevaniyê dikir û ji aliyê dewleta Tirk ve hate hedefgirtin û rayedarên Tirk têkildarî vê êrişê tu daxuyanî nedan.

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) têkildarî şehîdkirina rojnamevanê pêşeng, mamosta û têkoşerê mezin Azîz Koyluoglu ku di 27’ê Çileya 2025’ê li devera Çarqurne ya navçeya Ranyayê ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê ji aliyê balafira bêmirov û biçek ya dewleta Tirk a dagirker ve hate hedefgirtin û şehîd bû, raporek weşand.

Di rapora CPJ’yê de ev tişt hate gotin;

“Azîz Koyluoglu di destpêka salên 2000’î dest bi karê rojnamevaniyê kiriye. Koyluoglu karê nûçegihanî, kameramantî, nivîskarî, sernivîskarî, rêveberî û berpirsyartiya medya û berpirsyariya polîtîkaya weşanê ya karê çapemeniyê kiriye.

Berê li Hewlêrê di ajansa DÎHA’yê de karê nûçegihaniyê kiriye. Piştre çûye Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û di ajansa ANHA û televizyona Ronahî TV’yê de karê xwe yê rojnamevaniyê domandiye.

Azîz Koyluoglu beşdarî çendîn bernameyên televîzyonê û hevpeyvîn kiriye û di van hevpeyvîn û nirxandinên xwe de êrişên dewleta Tirkiye yên li ser Başûrê Kurdistanê eşkere dikir.

Rojnamevan Azîz Koyluoglu tenê karê rojnamevaniyê dikir û ji aliyê Tirkiyeyê bi zanebûn kiriye hedefgirtin. Heta niha tu rayedarên dewleta Tirk derbarê qetilkirina Koyluoglu de daxuyanî nedane.”

Li gor belge û daneyên CPJ’yê, dewleta Tirk dagirker berovajiyê yasayên navenetewî û peymanên mafên mirovan yên Cenevreyê, rojnamevan Mirad Mîrza, Gulistan Tara, Hêro Behadîn, Cîhan Bîlgîn, Nazim Daştan hedef girt û şehîd bûn.

ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN