Coşa Newrozê ya li Qendîlê
Şemî 22 Adar 2025 - 03:25
Bi tevlîbûna hezaran kesan şahiya pîrozbahiya Newroza Qendîlê pêk hat.Li Qendîlê şahiya pîrozkirina Newrozê bi tevlîbûna hezaran kesî destpê kir. Pîrozbahî bi dirûşmeya ‘Bi ruhê Newrozê Rêber Apo Azad dikin, civakek demokratîk ava dikin’ destpê kir. Qada Newrozê bi alên PKK’ê û wêneyên Rêber Apo hatine xemilandin û gel bê navber dirûşmeyên dilosoziya bi Rêber Apo re qêrin. Destpêkê şahî bi pêxistina agirê Newrozê destpê kir, malbatên şehîdan bi coşek mezin agirê Newrozê pêxist û heya danê êvarî şahî dewam kir.
Di şahiyê de peyama Komîteya Amadekar ya Newroza Qendîlê ji aliyê Mihemed Hesen ve hate xwendin. Komîteya Amadekar a Newroza 2025 Qendîlê ragihand ku niha di çarçoveya sîstema civaka demokratîk û civakîbûnê de destpêka qonaxeke nû ya têkoşînê ye û got:“Garantiya serkeftina vê pêvajoyê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi israr, piştgirî û kombûna me ya li dora vê Peyama Dîrokî ya ji bo aştî û avakirina civaka demokratîk ve girêdayî ye.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî bi peyamekê Cejna Newrozê pîroz kir û got:“Newroz ji bo gelê Kurdistanê bûye sembola yekîtî, hevgirtin û azadiyê. Gelê Kurd bi Newrozê xwe afirandiye û azad kiriye. Rêya ji şer, zext, talan, kaos û qeyrana modernîteya kapîtalîst derketinê, civaka demokratîke. Êdî divê pergala êşkencê ya Îmraliyê bi dawî bibe, Îmralî ji holê were rakirin, Rêber Apo demek beriya demekê azad bibe. Divê ji bo vê yekê em têkoşînê bilind bikin.”
ROJNEWS/QENDÎL