Sergey Lavrov di civîneke çapemeniyê de duşemê gotibû doza Kurd ji ber ajendayên Emerîkayê li Sûriyê dê biteqe. Lavrov îdia kir ku Emerîka hewl dide hikumeteke xweser a Kurdan li bakurê Sûrî ava bike.
Der barê vê mijarê de Bedran Çiya Kurd, bi analîzekê bersiv da Lavrov û got, herî baş ew e ku Rûsya rolekê di kêmkirina asta rageşiyê de bilîze û rê li pêşiya gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên di bin hegemonyaya Rûsyayê de bilîze.
Bedran Çiya Kurd di tehlîla xwe de got:
"Çareserkirina doza Kurd li Sûrî, Tirkî û Îranê gavavêtina ber bi demokrasiyê ye û çareserkirina hemû pirsgirêkên bingehîn e ku dihêlin ew rejîmên desthilatdar, hegemonîk û çewisandinê demokrasiyê bifetisînin.
Divê Rûs bi rola xwe rabin
Daxuyaniyên dawîn ên wezîrê karê derve yê Rûs tu zemînekî ji bo çareseriyê û aramiyê çênakin. Berevajî zemînekî ji bo sorkirina Îran û dewleta Tirk li dijî herêmên Rêveberiya Xweser çêdikin. Ya herî baş ew e ku Rûsya rolekê di kêmkirina asta nakokiyê û rêgirtina li pêşiya gefên dewleta Tirk ên domdar li dijî herêmên me û herêmên di bin hegemonyaya Rûsyayê de bilîze. Her wiha rolek di kêmkirina asta nakokiyê û rawestandina gefên Tirkiyê li dijî Qefkasyayê de bilîze ku dewleta Tirk şerê di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de gur dike, tevî ku Emerîka li dijî berjewendiyên Rûsyayê destekê dide Tirkiyê û li dijî berjewendiyên Îranê destekê dide Îsraîlê.
NAVENDA NÛÇEYAN