Çiya digirî nehilate hîv…

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 17 Nîsan 2023 - 05:57

  • Dr. Fûad jî weke gelek kesên bi biryarên Dadgeha Îstiklalê hatin bidarvekirin, hate şehîdkirin. Wî jî ji bo Kurdistaneke azad û serbixwe di gelek rêxistin û komeleyên Kurdî de cih girt û xebitî. Dema hat dadgehkirin jî qet negot ez poşman im û kurdayetiya xwe înkar nekir.

Dr. Fûad yek ji wan lehengên Kurd e ku di sedsala 20’an de em nav û dengê wî dibihîzin. Dr. Fûad sala 1888’an li Çêrmûga Amedê ji dayîk dibe. Ji malbata Hecî Qadiriyan e. Paşê malbata wî paşnavê Erkmen û Oldurulenoglu digire. Dibistana seretayî û navîn li Amedê dixwîne. Piştî dibistana navîn diqede, ji bo ku li tibiyeyê bixwîne, diçe Stenbolê. Li Stenbolê perwerdeya bijîşkiyê bi dawî dike û ji bo doktoraya xwe bike diçe Fransayê. Lê li wir zêde namîne, her wiha li Stenbolê jî êdî namîne û vedigere Amedê. Li Amedê muayenexaneyekê vedike û heta jê tê alîkariyê bi gelê Kurd re dike. Bi vî awayî têkiliya wî û ya gel li Amedê bêhtir xurt dibe. Ew tenê ne bijîşkekî baş e. Wekî din rewşenbîr û nivîskarekî xurt e jî. 

Di 9’ê Tebaxa 1912’an de xwendevanên Kurd li Stenbolê di bin rêvebertiya Emer Cemîlpaşazade de “Komela Hêvî” ya xwendekarên Kurd ava dike. Dema ku Dr. Fûad li Stenbolê dixwîne, ew jî dibe yek ji endamên “Komeleya Hêvî”. Ev komele ji bo xwendekarên Kurd ên wê demê dibe navendek û kesên ku endamên komeleyê ne, di siberojê de ji bo Kurdistaneke azad dixebitin. Dr. Fûad, Îhsan Nûrî Paşa, Kemal Fewzî, Mehmdûh Selîm Beg û çend pêşengên din ên Kurd ên wê demê jî endamên komeleyê ne. Heman komele kovar û rojnameyên bi navê “Rojî Kurdî”, “Hetawî Kurdî”, “Yekbûn” û “Jîn” ê derdixe. Bi saya van kovar û rojnameyan li Stenbolê û li Kurdistanê hişyariya Kurdan ji bo doza Kurdî zêdetir dibe.

 

Ji bo ‘Cemiyeta Tealî ya Kurd’ dixebite

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem bi dawî dibe, pêşengên ku “Komeleya Hêvî” vekiribûn, vê carê li Amedê rêxistineke nû amade dikin. Navê vê rêxistina nû “Komela Tealiya Kurd” e. Ekrem Cemîlpaşazade serokê komeleyê ye û Dr. Fûad jî di nav xebatên komelêyê de cih digire. Piştî demekê bi şaxê Stenbolê re jî têkiliyên xurt ava dikin û li gelek bajarên Kurdistanê şaxên komeleyê tên vekirin. Komele gelek xebatan bi rê ve dibe, lê di sala 1919’an de bi destê Mustafa Kemal hikûmeta Stenbolê tê hişyarkirin. Piştî vê hişyarkirinê “Cemiyeta Tealî ya Kurd” tê girtin. Piştî komele tê girtin demekê li Amedê sazî û kemeleyên Kurd nayên vekirin. Lê dîsa jî liv û tevegerên Kurdên weletparêz didomin. Dr. Fûad, Fehmiyê Bilal, Qedrî Cemîlpaşazade û Bavê Tûjo hay ji Tevgera Şêx Mehmûd Berzencî, rêxistina Azadî û tevgera Şêx Seîd çêdibe. Heta ji bo vê yekê Bavê Tûjo (Hecî Aktî) dişînin Başûrê Kurdistanê da ku têkiliyan çêbike lê li wir tê girtin û wî radestî dewleta Tirk dikin. Demekê li Enqere di hepsê jî dimîne.

 

Di rêveberiya ‘Tevgera Azadî’ de

Di bin serweriya Xalid Begê Cibrî de “Tevgera Azadî” ava dibe û sala 1924’an nûnerên tevgerê li Kurdistanê digerin. Yek ji nûnerên “Tevgera Azadî”, Îsmaîl Hakki Şaweş dixwaze li Amedê jî şaxekî “Tevgera Azadî” veke û ji bo vê yekê bi pêşengên Kurdan re têkiliyan çêdike. Di bin rêvebertiya Dr. Fûad de li Amedê şaxekî “Azadî”yê tê avakirin. Dr. Fûad, Fehmiyê Bilal, Qedrî Cemîlpaşazade û Bavê Tûjo di rêveberiya şaxê Amedê de cih digirin û dixebitin. 

 

Bi cilûbergên neteweyî li kolanan digerin

Piştî li Pîrana Amedê hin şer diqewimin, Şêx Seîd û hevalên xwe berê xwe didin Amedê. Tê gotin ku dora bajêr digirin. Rayedar deriyên bajêr digirin. Çûyîn û hatina bajêr qedexe dikin. Rêveberiya “Azadî” ya şaxê Amedê qasidekî dişîne ji Şêx Seîd re da ku rewşê hîn bibin û li gorî wê tevbigerin. Lê qasid diçe û nema vedigere. Li ser vê yekê Dr. Fûad û hevalên xwe cilûbergên neteweyî li xwe dikin û di kolanên bajarê Amedê de dimeşin. Ev tişt pirr li zora rayedarên bajêr ên wê demê diçe û wan digirin. Dr. Fûad û hevalên xwe di hucreyan de dimînin û nikarin xwe bigihînin hewara hevalên xwe.

 

Navê wî li kurê wî dikin

Paşê ji ber serhildanê, Dadgehên Îstîklalê yên dewleta Tirk ên awarte tên avakirin û li van dadgehan kesên ku tevlî serhildanê bûne, yek bi yek tên bidarvekirin. Heyeta dadgehê beriya ku Dr. Fûad li Amedê were bidarvekirin, Xalid Begê Cibrî û Yusif Ziya Beg li Bedlîsê bi dar ve dike. Piştî çend rojan jî Dr. Fûad û Şêx Eyûbê Siwêregî di 16’ê Nîsana 1925’an tên dadgehkirin. Dadgeh wan bi du tiştan sûcdar dike. Yek jê nameyeke ku Dr. Fûad ji pismamê xwe Ferîd Paşa re şandiye û tê de behsa serhildana Şêx Seîd dike. Tişta din a ku pê tên darizandin jî delîla ku dema dora bajêr pêçayîye ew bi cilûbergên Kurdî geriyane. Her du jî heman rojê tên bidarvekirin. Beriya were bidarvekirin hevjîna wî tê serdana wî. Hevjîna wî ducanî ye. Dr. Fûad ji hevjîna xwe re dibêje; “Heger zarok kur be, navê min lê bikin” û xatirê xwe jê dixwaze. Piştî çend mehan kurê wî tê dinyayê û navê Dr. Fûad li kurê wî dikin.

Beriya Dr. Fûad were bidarvekirin, dadgeh jê dixwaze ku eslê xwe înkar bike û bibêje ez Tirk im. Bi vî awayî dê wî efû bikin. Lê Dr. Fûad li ber vê radibe û dibêje, diya min û bavê min Kurd in. Ez jî Kurd im û qet ne poşman im. Dema ku ber bi sibehê Dr. Fûad û Şêx Eyûbê Siwêregî tên bidarvekirin, gotinên dawî yên Dr. Fûad ev in; 

“Şevek tarî ya hebû ya tinebû hîv, dest di xew de çiya digirî nehilate hîv.”

 

*Ev agahî xwe dispêrin dokûmentera “Dr. Fûad: Leheng” ya Ayhan Erkmenî ku li ser youtubeyê hazir kiriye. 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.