Ciwanên Qileban û Sêrtê:Em ê bi ser bikevin

Çarşem 27 Adar 2024 - 00:33

  • Li Qileban û Sêrtê xebatên hilbijartinê bi pêşengiya ciwanan didomîne. Ciwanên Qilebanî bang kirin ku ciwan xwedî li vîna xwe derkevin. Ciwanên Sêrtê jî heta bi derengiya şevê dixebitin û dibêjin ew ê vîna xwe bi dest kesî ve bernedin û DEM’ê bînin ser kar.

Ciwanên Qilebanê yên ku ji MA, rojnamevan Zeynep Durgut re axivîn bang li ciwanan kirin ku li sendoqan xwedî derkevin û gotin ew ê vê carê bikin AKP vîna wan desteser bike. Ciwanan bang kirin ku ciwan li vîna xwe xwedî derkevin.

Ji ciwanan Ramazan Paksoy diyar kir ku ciwan ji guhertinê re amade ne û wiha axivî: "Daxwaza min ji ciwanên Qilêbanê ew e ku xwedî li sindoqên xwe derkevin. Ev 10-15 sal in ku desthilata AKP'ê dengê me didize û pereyê şaredariyê hemûyê dixwe. Bi pereyê şaredariyê ji xwe re bîna û erebe kirîn. Lê belê em vê carê ji gelê xwe û ji ciwanan bi bawer in em ê destûr nedin AKP'ê. Çi qas ji destê me bê em ê nehêlin ku vîna gel bê desteserkirin.’’ 

Em ji vê pergalê nerazî ne

Ji ciwanan Kûrtay Paksoy jî îşeret bi şaredariya AKP'î kir û got ku bi salan e yek xizmetek ji navçeyê re nekiriye û got,"Ev çend sal in desthilata AKP'ê îradeya me xesp dike. Lêbelê em vê carê nahêlin ku îradeya me xesp bike. Em êdî ji vê pergalê nerazîne û jê aciz in. Em dixwazin ku vê carê xwedî li sindoqên xwe derkevin û serkeftin ya me ye.  

Îradeya gel hesêb nakin

Ahmet Kara jî da zanîn ku desthilatdariya AKP'ê her carê vîna wan desteser dike û got ew ê vê carê destûrê nedin vê rêbaza li derveyî hiqûqê û ev tişt anîn ziman: "Di sala 2019'an de heta niha bi hêza leşkerî û çekan tê xespkirin. Ev kes îradeya gel tiştekî hesab nakin. Rayî namûsa mirovî ye. Lê ev desthilatdariye ji ber berjewendiyên xwe yên kesane dixwazin ku îradeya gel xesp bikin. Lê em ciwan vê carê destûr nadin van pêkanînan. ‘’

Divê em zincîrê bişkînin

Bedran Paksoy jî bi lêv kir ku di van 5 salan de pirsgirêkeke navçeyê nehatiye çareserkirin û ev bang li ciwanan kir: "Divê di 31'ê adarê de em ciwan li ser sindoqên xwe bisekinin. Divê em vê zincîrê bişkînin û qezenc bikin. Êdî bes e. 

Sêrt: Serdana 2 hezar malbatî

Li Sêrtê jî xebatên hilbijartinê bi pêşengiya ciwanan bênavber didomin. Bi çarçoweya xebatan di şevekê de serdana 2 hezar û 300 malbatî hate kirin. Ciwanên di nav xebatan de ji MA’yê ji rojnamevan Bazid Evren re axivîn.

  Hevberdevkê Komîsyona Rêxistinkirinê ya DEM Partiyê ya Sêrtê Turgut Yurek da zanîn ku wan weke komîsyon beriya du mehan 21 taxên bajêr weke 7 herêm diyar kirine û xebatên xwe li gorî van herêman dikin. Yurek  anî ziman ku hedefa wan ew bû ku di şevekê de biçin serdana hezar û 500 malbatan û wiha got: “Lê ji hêla moral û motîvasyonê ve em di rewşeke ewqas baş de ne ku me ev hejmar derxist 2 hezar û 300 malbatan.’’ 

Ji bo hemû zimanan DEM

Her wiha yek ji ciwanên di xebatan de cih digire jî Azad Ekîncî (28) ye. Ekîncî, anî ziman ku îradeya wan hatiye xespkirin û zimanê wan tê înkarkirin lewma tev li xebatên hilbijartinê bûye. Ekîncî, da zanîn ku ew ne tenê ji bo Kurdî, ji bo hemû zimanên tên înkarkirin têdikoşin.  

Ekîncî, der barê xebatên xwe de jî agahî da û got ku hema hema li tevahiya Sêrtê geriyane. Ekîncî, diyar kir ku belavokan û pirtûkçeyên danasîna projeyên xwe belav dikin. 

DEM doza me ye

Jina ciwan Fatma Kaçar a 25 salî jî diyar kir ku ji ber nêrîna DEM Partiyê ya jinê tev li xebatan bûye. Kaçar, destnîşan kir DEM Partî wekheviya zayendan diparêze, girtîngiyê dide jinan, demokrasiyê diparêze û axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber van sedeman ez tev li xebatên DEM Partiyê bûm. Xebatên me didomin. Ji bo ku em logoya xwe bidin nasîn pisûlayên xwe belav dikin. Dem DEM’a me ye, doz doza me ye. Divê em dengê xwe bidin DEM Partiyê da ku jin li herêma me pêş bikevin.”

MA/SÊRT/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.