Ciwan wê li Parîsê dîrokê binivîsin!

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 26 Cotmeh 2023 - 17:17

Piştî Amed û Kobanê, konferansa ciwanan a navneteweyî wê li paytexta Fransayê Parîsê bê lidarxistin. Tê payîn ku zêdetirî 60 rêxistinên ciwanan û zêdetirî 300 aktivîst û delege ji çar aliyên cîhanê beşdarî konferansa sê rojî bibin.

Li Parîsê di 3, 4 û 5’ê Mijadara 2023’yan de wê Konferansa Ciwanên Cîhanê ya 1´emîn bi tevlîbûna zêdetirî 60 rêxistin û 300 aktivîstên ciwan bê lidarxistin.

“Ronahî” û tora “Ciwanên ku Dîrokê Dinivîsin” (Youth Writing History) bi hev re konferansê organîze dikin. Binesaziya wê jî konferansên 2015 û 2019’an ên li Amed û Kobanê ne. Armanca konferansa 2023’yan ew e ku xwe bigihêne ciwanên cîhanê hemûyan.

Konferans bi dirûşmeya “Em ê dîrokê binivîsin - Têkoşîna ciwanan a ji bo azadiyê nayê rawestandin” pêk tê.

Yek ji hedefan ew e ku ciwan li ser qewmînên li cîhanê bên agahdarkirin, tecrûbeyên xwe parve bikin, bibin aktorên aktîf, di siyaseta cîhanê de bibin xwedî gotin, li dora nirxên hevpar rêgezên xwe biafirînin û perspektîfên xwe bi pêş bixin.

Di konferansê de azadî, ekolojî, wekheviya jin û mêr û alternatîfên li hemberî pergala kapîtalîst weke mijarên sereke derdikevin pêş.

Li gorî agahiyên ji organîzatorên konferansê, rêxistinên cuda yên ciwanan, di lêgerîna jiyaneke alternatîf a li dijî kapîtalîzmê, wêrankirina xwezayê û zexta zayendî de ew bûne yek.

Tora "Ciwan Dîrokê Dinivîsin" der barê konferansê de got, "Armanca me vê carê ew e ku em konferansê li ser asta cîhanê pêk bînin."

 

Rêxistinên beşdar

Hin rêxistinên ku dê beşdarî konferansê bibin ev in:

Arran (Katalonya); Poder Popular (Arjantîn); Ciwanên MSD (Sûriye); YXK/JXK, Yekîtiya Xwendekarên ji Kurdistanê; Anakbayan (Fîlîpîn); Partiya Komunîst a Sûdanê; Retomada Aty Jovem (Gelên Guaranî û Kaiowa; Brezîlya); Youth For Climate (Fransa); Ernai (Welatê Baskê); Trinacria (Sîcîlya); Middle East Youth Initiative; Lista Demokraticnega Studentstva (Slovenya); Sosialistisk Ungdom (Norwêc); PEPS, Pour une Ecologie Populaire et Sociale (Fransa); Abahlali baseMjondolo (Efrîkaya Başûr).

Her wiha gelek delegasyon li ser medyaya civakî vîdeo parvekirin û ragihandin ku ew ê beşdarî konferansê bibin.

ANF/PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.