Ciwan rengê şoreşê ne

Duşem 20 Sibat 2023 - 00:07

  • Li Rojhilatê Kurdistanê ciwan ji bo şoreşa Jin jiyan azadî bûne motor. Ew êvaran rêyan li rejîmê digirin û çalakiyan lidar dixin. Rejîm jî bi înfazkirin û girtinê zilma xwe dewam dike. 

Serhildana ‘Jin jiyan azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi şêwazên cûda didome.

Divê çarçoveyê de li bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê, koma bi navê ‘Zarokên agir’ peyamek bi dîmen belav kir û da zanîn heta ew digihîjin armancên xwe, ew ê li meydanan bin û çalakiyên xwe yên li dijî rejima Îranê dewam bikin.

Di dîmenan de diyar dibe ku ciwanan rê li çûnûhatinê girtiye, agir pêxistine û dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Berxwedan jiyan e’ û ‘Serhildan jiyan e’ dibêjin.

 

Li Seqizê gulle li xelkê reşandin

Her wiha li Seqizê pêr feqehekî 19 salî yê bi navê Selahedîn Salihî yê ku kurê girtiyekî siyasî ye, li ber mala xwe ji aliyê komek çekdarên nenas ve hat gulebarankirin. Feqe Selahedîn Selihî, di êrişê de canê xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê, pêr dîsa li bajarê Seqizê, bi hênceta nivîsandina dirûşmeyê, hêzên rejîmê li taxa Hemalawa, gule li wesayîtekê reşandine. Di encamê de ciwanê bi navê Mustar Fethî şehîd bûye. Li gorî heman çavkaniyê, Mustar Fethî zewiciye, hevsera wî ducanî ye û hêzên rejîmê ji bo ku malbat nûçeya kuştinê belav neke, gef li malbatê xwarine.

 

Wênegirê Kurd hate girtin

Mehdî Tevekolî wênegirekî Kurd e û ew xelkê Sinê ye. Hêzên rejîmê ew kirin nezaretê û ew birin cihekî nediyar. Girtina Tevekolî bêyî ku belgeyeke qanûnî bê nîşandan hatiye kirin. 

Mehdî Tevekolî mamosteyê wênegiriyê yê Encûmena Sînemaya Cewan a Kurdistanê ye û berê gelek pêşangehên wêneyan bi mijara “penaberên Şengal û Kobanî li Herêma Kurdistanê” li bajarê Sinê bi rê ve birine.

 

Ciwanan Komplo şermezar kirin

Komîteya Ciwanên Şoreşger ên Rojhilatê Kurdistan û Îranê di daxuyaniyekê de komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û da zanîn ku ew komplo di kesayeta Rêber Ocalan de li hemberî gelê Kurd hatiye kirin.

 

Dest avêtin 4 jinan

Li gorî agahiyan, hêzên îstixbarata Îranê, Îtlaetê li Zahîdanê dest dirêjî li 4 jinan kirine. Ev jin tevlî çalakiyan bûne.

3 ji wan jinan beşdarî çalakiya Îna bixwîn bûbûn û li Kolana Zanîngeha Zahîdanê hatibûn binçavkirin.

 

Piştgiriya Raperînê jî berfireh dibe

Hejmarek wezîrên karên derve yên jin ku tevlî Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê bûn, bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya bi serhildana gelên Îranê re nîşan da.

Li aliyê din jî di dema vekirina Festîvala Filman a Berlînê de, hinek aktirîstan pankartên li ser wan nivîsandî ‘Jin jiyan azadî’  vekirin.

Di heman festîvalê de bi tevlîbûna komek hunermendên Îranî, rûniştineke taybet bi sernavê ‘Rola sînema û hunermendan a di şoreşa jin jiyan azadî de’ pêk hat.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.