Ciwan nobetê digirin

Nûçeyên Dîaspora

În 2 Hezîran 2023 - 01:28

Nobeda 'Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re' ya li bajarê Fransayê Strasbourgê, di hefteya 571'ê de bi endamên Tevgera Ciwanên Kurdistanê dewam dike.

Bi pêşengiya Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re, ji 25'ê Hezîrana 2012’an û vir ve ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li Strasbourgê 'Nobeta Azadiyê' tê girtin.

Endamên Tevgera Ciwanên Kurdistanê Serhat Keklîk, Ozgur Guner, Mustafa Ozdemîr û Eyup Kaya vê hefteyê nobetê digirin.

Serhat Keklîk li ser navê çalakvanan axivî û got, "Em ji vê derê bang li raya giştî, Parlamena Ewrûpayê, bi taybetî jî gelê Kurd dikin. Demeke dirêj e agahî ji Rêberê me nayê wergirtin. Em dixwazin fikarên xwe careke din bînin ziman. Em soza xwe dubare dikin ku ciwan wê ti carî ji xeta Rêberê xwe dûr nekevin û her tim Rêberê xwe biparêzin.

Em ji raya giştî ya Ewrûpayê re jî dixwazin vê bibêjin; Gelê Kurd li hemberî mêtingeriya ku sed salan têk neçûye û wê têk neçe. Gelê Kurd wê li çar aliyên cîhanê ji bo azadiya xwe û azadiya Rêberê xwe dest ji têkoşînê bernede. Wê berxwedana xwe dewam bike. Li dijî hêzên mêtinger têkoşîna me wê dewam bike. Em careke din bang li gel û ciwanên Kurd dikin; heta azadiya Rêberê me û Kurdistanê, divê em dest ji berxwedan û têkoşînê bernedin. Ji bo azadiya Rêberê me em bang li her kesî dikin da ku tevlî Nobeta ji bo Rêbertiyê bibin."

ANF/STRASBOURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.