Çalakiya 'Nobeta Azadiyê´ ya li bajarê Fransayê Strasbourgê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, bi nobetgirtina ciwanên Kurd ên ji Elmanyayê, dewam dike.
'Nobeda Azadiyê' 25'ê Hezîrana 2012'an li Strasbourgê dest pê kir, niha di hefteya 480'î de dewam dike. Vê hefteyê ciwanên Kurd Hasan Aydin, Mîrza Botan û Seyîd Munzur ên ji Elmanyayê nobet dewr girtin.
Li ser navê çalakgeran, Mîrza Botan bi bîr xist ku ciwanên Kurd pêşengên têkoşînê ne, lewma bi xwedîderketina li vê çalakiyê, ciwan xwedî li berxwedana Rêber Abdullah Ocalan derdikevin: “Rêberê me li Îmraliyê li dijî komployê berxwedaneke mezin nîşan da û li dijî înkar û qirkirina Kurdan xeteke berxwedanê ava kir."
Mîrza Botan got, ji komploya navneteweyî û vir ve dewleta Tirk sûcên li dijî gelê Kurd bi piştgiriya welatên Ewrûpayê dike û destnîşan kir ku bi rêya Nobeta Azadiyê, ew nîşanî van welatan didin ku Kurd wê ti carî dest ji têkoşînê bernedin.
Mîrza Botan got, "Divê her kes li dijî tecrîd, dagirkerî û qirkirinê rabe ser piyan" û bang li ciwanên Kurd kir ku li dora têkoşînê bicivin.
STRASBOURG