Ciwan li ser piyan in

Sêşem 10 Çile 2023 - 01:02

Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê dewam dike.

Di 8’ê Çileyê 2020’an de balafireke Ukraynayê demeke kurt piştî ku ji balafirgeha navneteweyî ya Tehranê rabû, ketibû xwarê. Di balafirê de 176 kes hebûn û hemû jî mirin. Kesên di balafirê de 82 jê Îranî, 63 jê Kanadayî, 11 jê Ûkraynayî û 10 jî Swêdî bûn. 

Di sêyemîn salvegera bûyerê de, kesên jiyana xwe ji dest dan li ser gorên xwe hatin bibîranîn.

Li bajarê Seqiz û Mihabadê deste gul danîn ser kesên di bûyerê de jiyana xwe ji dest dayîn. Li ser goran li dijî rejîmê dirûşme hatin gotin.

Li bajarê Bokanê xelk tevî malbata Mihemed Hesenzade ku di xwepêşandanê de hatibû şehîdkirin, çûn serdana gora wî. Pêr bi şev li bajarên Mehabad, Sine, Ciwanro, Îlam ciwan daketin meydanan, agir pêxistin û bênavber li dijî rejîmê dirûşme gotin.

Li bajarên Tahran, Erak, Îsfehan û gelek bajarên din ên Îranê meş û çalakiyan dewam kir. Di wan çalakiyan de xelkê bi dirûşmeyan bidarvekirina xwepêşanderan şermdzar kir.

 

Hêrsa xelkê li hemberî bidarvekirinan

Rejîma Îranê li ciwanên bi navê Muhammed Qubadlu û Muhammed Borûxanî de, cezayê darvekirinê birrî.

Piştî girtina hûcreyê ya Mohammad Qubadlû û Mohammad Borûxanî, xelk û malbatên wan li ber deriyê Girtîgeha Racayî Şahr kom bûn. Xelkê ji Varamîn, Karaj, Tahran, Pakdaştê li ber Girtîgeha Racayî Şahr kom bûn, dirûşmeyên “Ev serhildan peyama dawî ya bidarvekirinê ye” berz kirin û daxwaza rakirina bidarvekirinê kirin.

Hêzên rejîmê gulle li xwepêşanderan reşandin û înternet bi temamî qut bû û gelek kes hatin girtin. Li aliyekî din jî du ciwanên ku hatibûn girtin, ti agahî ji wan nehatiye girtin û nayê zanîn ka biryara bi darvekirinê hatiye dayîn an na.

 

Cezayên bê bingeh tên dayîn

Yek ji bijîşkan Rehane Sedat Seîdî ku di xwepêşandanên seranserê welat de hat girtin, ji aliyê dadgeha rejîmê ve 5 sal cezayê qedexeya derketina derveyî welat jî di nav de bi gelek cezayan hat mehkûmkirin.

 

Xezal û Pakzad hatin girtin

Du xuşkên Bahayî yên bi navên sêwirînera cilûbergan Xezal Pakzad û rahênera melevaniya jinan Rehane Pakzad ku li bajarê Zahedanê dijîn, ji aliyê hêzên îstixbaratê ve hatin girtin û ew birin cihekî ne diyar.

 

Zohre Rahmanî hat girtin

Çalakvana civaka sivîl ya ji bajarê Baneyê, Zohreh Rahmanî, piştî êrişa hêzên rejîmê, hat girtin û ew birin cihekî nediyar.

Li gorî agahiyan, Zohreh Rahmanî ya 36 salî zewicandî ye û dayika du zarokan e. 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.