Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê ji bo serbestiya Rêber Abdullah Ocalan tê lidarxistin, bi ciwanan dewam dike.
Nobedarên hefteya 449'an a çalakiya nobeda 'Azadî ji Ocalan re', aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jin ên Azad in.
Çalakî hefteyê heft rojan saet di navbera 08:30-17:00 de pêk tê. Çalakger qala sûcê li dijî mirovahiyê tecrîdê dikin û destnîşan dikin ku konsepta şer a li dijî gelê Kurd bi tecrîda şidandî re veguheriye qirkirinê.
Ji komîteya amadekar Zulfu Bîngol bi daxuyaniyekê ragihand ku Tevgera Azadiyê ya Kurd tevgereke ciwanan e û gelekî hêja ye ku ciwan xwedî li çalakiyê derdikevin.
Bîngol ji bo xwedîderketina li greva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî tecrîdê bang kir û destnîşan kir ku heta Rêber Abdullah Ocalan azad nebe, komkujî li dijî Kurdan kêm nabin. Bîngol ji bo çalakiya Nobeda Azadiyê jî banga xwedîderketinê kir û bi bîr xist ku 9 sal in bi biryardarî dewam dike.
Koma ciwanan a ku dest bi çalakiyê kir ji Adnan Erkek, Alî Çîmen, Ferhat Naqo, Berîtan Dersim, Kawa Gimgim û Nîzar Ozgur pêk tê.
STRASBOURG