Çalakiya Nobeta Azadiyê ya li bajarê Strasbourgê yê Fransayê di hefteya 468ʼan de didome. Ciwanên ji Swîsreyê çalakî dewr girtin.

Çalakiya Nobeta Azadiyê ya ji bo Rêber Apo ji sala 2012ʼan ve didome û çalakiya herî demdirêj a Kurdan li Ewrûpayê ye.

Her hefte komeke Kurdistaniyên li Ewrûpayê nobetê dewr digirin û vê hefteyê jî komeke ciwanên ji Swîsreyê nobet dewr girtin. Di nava komê de Ugûr Orak, Berxwedan Peker, Teslîm Ekmen û Mehmet Goyî cih digirin.

Li ser navê komê Teslîm Ekmen axivî û çalakiya greva birçîbûnê ya li zindanan ji bo azadiya Rêber Apo bi bîr xist û anî ziman ku ew berxwedana bi lehengî ya gerîlayan silav dikin û got, divê Kurd bêne cem hev û dagirkeran ji Kurdistanê biavêjin.

Ekmen bang li PDKʼê jî kir ku di êrişa bi armanca qirkirinê ya li dijî gelê Kurd de cih negire û got: “Êrişa bi SIHAʼyan a li dijî Mexmûrê tolhildana ji bo DAIŞʼê ye. Mexmûr di kontrola Neteweyên Yekbûyî de ye. Em bêdengiya welatên Ewrûpayê li hemberî tecrîdê û êrişên li ser gelê Kurd şermezar dikin.”

Ekmen di dawiyê de bang li ciwanan kir ku ji bo beşdarî têkoşînê bibin û mezin bikin.

STRABOURG