Nobeda Azadiyê ku li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê ketiye sala 9'an, vê hefteyê ji aliyê komek ji ciwanên li Parîsê ve tê meşandin. Ciwanên ku di hefteya 451'ê de çalakî dewr wergirtin, bang li Kurdan hemûyan kirin ku di salvegera komploya navneteweyî de dakevin qadan.

Nobeda Azadiyê ku di 25'ê Hezîrana 2012'an de ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir, ji aliyê Kurdên li Ewropayê û dostên wan ve tê meşandin. Çalakî li qada li pêşberî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, Konseya Ewropayê, Parlamenta Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê tê lidarxistin. Nobedarên vê hefteyê Abbas Ûce, Ozgur Aslan, Tansû Tek û Ronî Yûrtsever ên ji Parîsê ne.

Ciwan wê hefteyekê nobedê bigirin û daxwazê ji Saziyên Ewropayê bikin da ku ji bo tecrîdkirina Rêber Apo bi dawî bibe, zorê li Tirkiyê bike. 

Ozgur Aslan li ser navê komê axivî û diyar kir ku bi dîlgirtina Rêberê gelekî ew gel jî dîl hatiye girtin û got, ew ê weke ciwanên Kurd, heta azadiya Rêber Apo têbikoşin. 

ANF/STRASBOURG