Ciwan di seferberiyê de ne
Pêncşem 19 Kanûn 2024 - 02:55
Li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî hatibû ragihandin. Fermandariya QSD’ê jî, bang li tevahiya ciwanan kir ku di eniyên berxwedanê de cihê xwe bigirin. Piştî bangên hatine kirin, li tevahiya herêmê jin, ciwan, kal-pîr sefer bûne û gund-bajarên xwe diparêzin. Li başûr-rojavayê Kobanê ku ev zêdetirî 10 rojan e bi êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re rû bi rû ye jî, ciwan sefer bûne. Li eniyên şer şervanên QSD û YPJ’ê berxwedanek mezin nîşan didin û bersiva êrişan didin. Li gund û bajaran jî li hemberî şaneyên veşartî û kesên dixwazin tevlîheviya derbixînin gel parastinê dike. Ciwanên bajarê Sirrînê yê li başûr-rojavayê Kobanê jî, tevlî serferberiyê bûne û bi şev-roj li kolanan nobedariyê dikin. Ji ber êrişên dagirkeran ên li ser bendava Tişrînê, ceyran tune ye, lewma di tariyê de ne. Ciwan jî li hemberî hewldanên tevlîheviyê li kolanan e.
Divê em xwe biparêzin
Ciwana bi navê Rodîn Mihemed 22 salî ye ev 12 rojin parastina kolanên Sirrînê dike. Rodîn ku ji bo parastina gel û axa xwe çek hilgirtiye û dibêjê:“Ji bo ku dijmin nekeve erdê min ez di nav parastinê de me. Divê xwedî li ax û şehîdên xwe derbikevin. Di serî de ciwanên me divê herkes parastina kolanên xwe bike. Şervanên me di xeta yekem û duyemîn de ne, divê em jî di kolanên xwe de parastinê bikin da ku pişta şervanên me qewîm be.” Nesra Ehmed a 22 salî jî, ji saet 20.00’an heta saetên sibehê kolanên xwe diparêze dibejê:“Rewşa Sirrînê baş e. Hemû hevalên me di nava parastinê de ne. Em ji bo parastina welatê xwe derketin. Daxwaza min ew e ku hemû ciwan ji bo welatê xwe derbikevin parastinê.”
ANHA/CÎHAN BÎLGÎN