Desteya Rêveber a PYD`ê ya herêma Firatê Ehmed Şêxo got, bêdengiya navneteweyî û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de ji aliyê dewleta Tirk ve nîşan dide ku ew jî hevkarên dewleta Tirk in. 

Dewleta Tirk di êrişên xwe yên vê dawiyê de çekên kîmyewî li dijî gerîlayên li Başûrê Kurdistanê bi kar anîn. Tevî bangên domdar ên ji bo cezakirina Tirkiyê û şandina komîteyên lêpirsînê ji bo herêmê, lê civata navneteweyî hîna bêdeng e, ev bêdengî cesaretê dideTirkiyê da ku êrişên bi vî rengî berdewam bike. 

Helwêst li hemberî van êrişan nîşan nedan

Têkildarî mijarê endamê Desteya Rêveber a PYD`ê ya herêma Firatê Ehmed Şêxo diyar kir ku dewleta Tirk  bi bikaranîna çekên kîmyewî li Rojava û Başûrê Kurdistanê qanûn, biryar û peymanên navneteweyî bin pê dike û got: “ Dewleta Tirk dema cesaret dike ku çekên kîmyewî bikar bîne, wekî mafekî rewa ji bo xwe dibîne. Dewleta Tirk dagirkirina herêmê, koçberkirin û kuştina niştecihên wê, her wiha binpêkirina mafên mirovan jî weke mafekî rewa ji xwe re dibîne.

Sedema yekemîn; hêza artêşa wê têrê nake ku armancên xwe pêk bîne. Ji ber ku gerîla li ber xwe dide û bersiva hemû êrişan dide.  Sedema duyemîn jî bêdengiya navneteweyî ye ku destûr dide Tirkiyê ku çi bixwaze wê bike. Heger yek ji hêzên navneteweyî ev yek red kiriba dewleta Tirk cesaret nedikir vî tiştî bike.

Ji ber ku tu helwêst li hemberî van êrişan nîşan neda.  Heger bêdengiya navneteweyî li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser dewletên derdor dewam bike, em ê bêjin ku tiştek bi navê peymanên navneteweyî û mafên mirovan tune ye. Mirovahî bûye êsîra berjewendiyên dewletê desthilatdar.”

KOBANÊ