‘Çîrokên Şêwra Ermanan’

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 11 Gulan 2022 - 22:06

  • Weşanxaneya Lîsê di çarçoveya wergerên “Cervantes” de ku ji her welatî pirtûkên bi zimanên biyanî werdigerînin herî dawî pirtûka bi navê “Çîrokên Şêwra Ermenan” çap kir.

Weşanxaneya Lîsê di çarçoveya wergerên “Cervantes” de ku ji her welatî pirtûkên bi zimanên biyanî werdigerînin herî dawî pirtûka bi navê “Çîrokên Şêwra Ermenan” çap kir. Ferîd Demîrel xwe daye ber amadekariya vê pirtûkê û pirtûk ji bo Kurmanciyê hazir kiriye. 

Pirtûk, cara ewilî bi navê “Nivîskarê Şêwra Ermenan” sala 1936’an li Rewanê bi tîpên Kirîlî çap dibe. Heciyê Cindî tevî Emînê Evdal, Casimê Celîl û Cerdoyê Gêncoyî çîrok û helbestên di pirtûkê de ji Ermenkî werdigerînin Kurdî. Rojnamevan û nivîskar Ferîd Demîrel jî ji nav pirtûkê 12 çîrok hilbijartine û ji alfabeya Kîrîlî wergerandiye alfabeya Latînî.   

Di pirtûkê de çîrokên nivîskarên ermen ên bi navê Şîrvanzade, Aksel Bakunts, Derenik Demirçiyan, Stefan Zoryan, Vahan Totovents, Migirdiç Arman, Arazî, Zabel Yaseyan, Mikayen Manvelyan, Sîras, Hraçya Koçar û Garegin Besî hene.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.