‘Çîrokên jinên girtî’

Nûçeyên Çand/Huner

În 8 Nîsan 2022 - 22:21

  • Me xwest ew têkoşîna li hepsan bê zanîn û di bîra gelê Kurd de cihekî çêkin.

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), PENa Kurdî, Komeleya Wêjevanên Kurd, Federasyona Komelêyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan a Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Jinan a Rosayê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê ji bo çîrokên girtiyên jin bikin pirtûk, xebatek dabûn destpêkirin. Xebata van rêxistinên civaka sivîl didome û dixwazin malbat û girtî çîrokên xwe bigihînin wan. 

Hevseroka MED-DER'ê Şîlan Elmas Kan bal bire ser êrişên li dijî zimanê Kurdî û têkoşîna li girtîgehan: "Me xwest ew têkoşîna li hepsan bê zanîn û di bîra gelê Kurd de cihekî çêkin. Li dijî zimanê Kurdî êriş hene. Me xwest hafizeyeke wê  berxwedanê çêbe. Bila çîrokên xwe yên Kurdî tevî kurtejiyana xwe ji me re bişînin. Em ê van çîrokan piştî nirxandina komîsyonê biweşînin. " 

Ji rêveberên MED TUHAD-FED'ê Sûnay Aslan jî got, "Ji bo hevrêyên jin xwe baş îfade bikin û li girtîgehê ji xwe re warekî çêkin me xebateke wiha da destpêkirin. Nameyên hatine hene, lê ne pirr in. Em dizanin jinên girtî nameyan dişînin, lê ev bi awayekî bi derengî bi dest me dikevin."  

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.