Çîrokên bê nasname; ‘Torosa Spî’

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 10 Hezîran 2024 - 00:07

Pirtûka nû ya H. Kovan Baqî ya bi navê “Torosa Spî-Çîrokên Bê Nasname” ji Weşanên J&J derket. Pirtûka çîrokan ji 64 rûpelan pêk tê û niha li ser malpera J&J berdest e.

Eyşana Beravî li pişt pirtûkê wiha gotiye di derheqê “Torosa Spî” de; "Çîrokên H.Kovan Baqî, zemên û zimên dikin hêlekaneke pirralî; hem li vî alî, hem li hemû alîyên dî. Zeman û ziman di rêwitîya hafizeyê de dibin trajedî, trajedî dibe Torosên spî û spî dibe şeva tarî. Spî tarîtir e ji tarîyê.

Kîso dilezîne bona ji goristanê bibihure û xwe bigihîje beza çîrokên hişê xwendevên... Lê Kîso çiqas dimeşe, goristan di sekna xwe de ewqas firehtir dibe, laşê welêt dixwe û welat di zemên û zimên de dibe zindîbûneke ebedî."   

Beşek piçûk ji çîrokên “Torosa Spî”;                            

"......

Gava destên wan dimeşîyan cênîkên min diêşîyan 

Gava gotinên wan dimeşîyan nava min diêşîya. 

Erebe sekinî, dengê wê jî sekinî. Derîyên erebê vebûn, du destên bi qawet di bin çengên min de bi cî bûn û em rabûn çûn.

Min go, “Qey çavên erebê jî wek ê min girtî ne, loma evqas li kirik û koncalan diqewime?”

Çar kennê cuda di hundirê erebê de bûn kennekî dêwasa.

“Kirik û kortikên vî bajarî ji tekerên ereba me ‘hez dikin, ji ber vê bi lez tên û xwe diavêjin pêşîya erebê.”

Erebe diloqe, nava min jî pê re. Baş e parîkek xwarin di hûrê min de tune, yan na wê ji devê min biavêta.

......"

H. Kovan Baqî kî ye?

H. Kovan Baqî, di sala 1972’an de li Heramya/Dêrika Çîyayê Mazî/Mêrdîn ji dawa dêya xwe ket. Dibistana seretayî li Heramya/Dêrikê xwend û dev ji xwendina dibistanê berda.  Ligel çîrok û romannivîsînê, karê edîtorîyê dike û ceribînan dinivîsîne. Pêvajoyekê karê weşangerîyê jî kir. Di sala 2021’ê de tevî projeya Belongingsê bû. Belongîngs ji bo nivîskarên Samî û Kurd projeyeke pevguhertina dualî bû û bi hevkarîya mala wêjeyê ya Samîyan Tjállegoahte (Swêd) û Wêjegeh Amed (Amed) hatibû sazkirin. 5 nivîskarên Kurd û 5 nivîskarên Samî beşdarî vê projeyê bûn. Bi boneya vê projeyê, di sala 2022an de çû Swêdê û Sápmîyê. Antolojîya rojnivîska nivîskarên Samî û Kurd di sala 2023yan de, bi Kurdî, Samî û Îngilîzî, ji alî Weşanxaneya Lîsê derçû. H.Kovan Baqî jî yek ji nivîskarê vê antolojîyê ye. Her wiha wî romanên bi navê Bêexlaq, Prematûr, Heteroglossîa, Aporîa, Sîbera Zeyno û Orok jî nivîsandine.  Niha li Îzmîrê dijî.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.