Çîrokan fêrî zarokan dike

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 30 Çile 2024 - 03:45

BERJÎN KARA / NÛJÎNHA / MEXMÛR

Çîrok ku yek ji afirandinên gel e, ji devan derbasî devan ji nifşan derbasî nifşan dibe. Piraniya xwe bûyer û rewşên awarte her wiha bi lehengên awarte ve girêdayî ne. Berhem û bûyerên bi rastîn, nêzîkî rastiyê, yan jî mîtolojî bi kurtayî û bi şêweyeke xweş pêşkêşî xwendevan an jî guhdaran dike. Çîrok bûyeran bi kurtahî, bi hûnandinek hêsan û bi bilevkirinek xweş tîne ser ziman. Di çîrokê de bal li ser bûyerekê yan jî rewşek tê kişandin. Bûyer an jî rewş bi mirovek ve tê girêdan; an jî cih û dema bûyer û rewşê bi awayekî kelecanî û mereqvanî tê vegotin.

Di çanda Kurdewarî de jî çîrok cihekî xwe yê girîng heye. Çîrok û çîrokbêjî jî parçeyeke çanda qedîm a Kurdan e. Di şevên zivistanê yên dirêj de civatên Kurdan bi çîrokan re hevaltî dikirin ango çîrok parçeyek ji jiyana Kurdan bûn. Hinek çîrok hebûn, neteweyî bûn li hemû welat dihatin zanîn hinek jî herêmî bûn an jî li gundekî tenê dihatine zanîn. Ev çanda kevnare ya ku ji ber teknolojiyê ber bi windabûnê ve diçe, ji aliyê jinên Kurd ku xwedî li çanda xwe derdikevin ve zindî tê hiştin û tê parastin. Yek ji wan jinan jî Gulê Ozek e ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dijî. Gulê Ozek ku li ber çîrokên dayika xwe mezin bûye, bi vegotina çîrokan hem çanda xwe diparêze hem jî fêrî zarokên xwe dike.

Televizyon çîrokên dê û bavên me bû

Gulê Ozek da zanîn ku dema ew li gund bûn kêfxweşiya wan hemû çîrok û serpêhatî bûn û got: “Dema em li gund hê zarok bûn, piraniya xwe jî zivistanan dayikan bang li me dikir û digotin werin em ê ji we re çîrokan bibêjin. Me jî mereq dikir me pirs dikir ka ev çîrok çawa çêbûne. Dayika me jî ji me re digot ev serpêhatiyên xelkê ne. Çîrokên ku digotin jî serpêhatî bûn. Carna min ji hevala xwe re digot carna jî wê ji min re digot. Berê televîzyon, telefon û tiştên wisa tinebûn. Wê demê ji xwe re genimok çêdikirin, diçandin û di ber re çîrokan jî digotin. Ji me zarokan re jî digotin werin em ê ji we re çîrokan bibêjin û hûn jî alîkarî bidin. Berê televîzyona dayik û bavên me çîrok û serpêhatî bûn. Dayikên me ji derûdorê serpêhatiyan hîn dibûn û wek çîrokan ji me re digotin. Ji bo wê çîrok hatine gotin. Em niha di televîzyonan de dibînin, weke dema ku ji me re digotin e.”

Bila dayik çîrokan nedin jibîrkirin

Gulê Ozek di dawiyê de wiha bang li dayikên Kurd kir: “Ez bang li hemû dayikên me dikim bi taybetî jî dayikên berê. Bila çîrok û serpêhatiyan ji zarokên xwe re bibêjin û wan fêr bikin. Bila tiştên ku jiyane û bi çavên xwe dîtine ji wan re bibêjin. Her wiha ew tiştên ku me li gund jiyane jî mîna çîrokan in û bila wan jî nedin jibîrkirin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.