- Şanogerên Ranyayê diyar kirin ku li herêma wan bi taybetî hunera şanoyê nebûye pîşe ku hem ew bikaribîn jiyana xwe bi rêya wê misoger bikin, hem jî hunera şanoyê pêş bixin. Di vê çarçoveyê de jî şanogerên Ranyayê pirsgirêk û pirsgirêkên li pêşiya şanoyê eşkere dikin.
Şano wek bingehekî hunerî, bi salane li Başûrê Kurdistanê hatiye jibîrkirin û tu girîngiyeke wisa pê nayê dayîn. Tevî ku gelek şanohez hene jî, lê bi hinceta qeyranê û ji ber destewerdana hizbî û siyasî ev hunera girîng hatiye jibîrkirin.
Navçeya Ranyayê ya girêdayî Îdareya Serbixwe ya Raperînê jî yek ji wan herêmên girînge ku rêjeyek berçav şanoger tê de hene. Lê salane çiraya şanoyê li vê herêmê roj bi roj agirê wê kêmtir dibe. Di vê çarçoveyê de jî şanogerên Ranyayê pirsgirêk û pirsgirêkên li pêşiya şanoyê eşkere dikin.
Hunermendê şanoyê an jî şanoger Rizgar Sengeserî derbarê lewazbûna hunera şanoyê li herêma xwe wiha got; “Li herêma me, bi taybetî hunera şanoyê nebûye pîşe ku hem em bikaribîn debara jiyana xwe bi rêya wê misoger bikin, di heman demê de hunera şanoyê pêş bixin. Şano li vir ev zêdetir şeş-heft salin gelek lewaz bûye tu leyistikên şanoyê nehatine berhemanîn. Sedema wê vedigere çend tiştan ku yek ji wan ewe ku em li vê deverê ne derçûyên beşa şanoyê ya peymangeha hunerên bedewin. Li Ranyayê peymangeha huneren bedew heye. Ev çend salin wek hunermend û hezkiriyên şanoyê hewl didin beşa şanoyê veke. Mixabin ji bo me nehatiye vekirin. Bi rastî li vir jî gel yan hunermend ji bo xwe pir xemsar bûne.”
Ji partiyan re xizmetê nekin!
Rizgar Sengeserî şanoger rexne kir û got; “Eger em şanoyê bixin di sîbera siyaset û partiyan de, em nikarin wisa bikin. Ji ber ku şano milkê gel e. Eger şanoger bixwazin bibêjin ku ‘desthilata li vir serdeste û dixwaze şanoyê lewaz bike’, na ev ne rast e. Hunermend bi xwe divê azad bin. Ji ber ku dema şanogerek diçe ser dikê, ew zarokê gel e yan zarokê partiyan e? Lewra divê hunermendên şanoyê û hemû hunermend di wê ferqê de bin ku xizmetê ji gel û bajarê xwe re dikin ne jî partiyan re.”
Birînên şanoyê û nebûna hişyariyê
Her wiha şanoger Feryad Ebdulrehman jî derbarê lewaziya hunera şanoyê û paşguhxistina wê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve wiha got; “Berî ku ez dest bi axaftina li ser kêmasî û kurtahiyên şanoyê bikim, pêwîste behsa birînên ku di şanoyê de çêbûne bikim. Mixabin qeyrana şanoyê li Herêma Kurdistanê bi taybetî li deverê me qeyraneke serî hildaye. Qeyraneke ku bi rastî nebûna hişyariyê, ne tenê nebûna hişyariya takekese, nebûna hişyariya civakê ye jî. Yanjî nebûna hişyariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di warê şanoyê de ye. Ez sedema vê lewazî û paşguhxistinê vedigerînim bo nebûna hişyariyê. Em dikarin bibêjin takekesê hişyar, civakake bi tendurist ava dike. Civakek bi tendurist jî hikûmetek bingehîn ava dike ku asta xizmetgûzariyên wê li asta xema takekesan be.”
Rexneya li rewşenbîran
Girêdayî lewazbûna şanoyê li Ranya û Başûrê Kurdistanê, Feryad Ebdulrehman bi van gotinan rexne li rewşenbîran dike; “Mixabin rewşenbîr bi hinek tiştan ve hatine girêdan ku ew bi xwe jî nizanin çi ye. Ez dikarim bibêjim li Herêma Kurdistanê pirsgirêka me ya jêhatîbûnê nîne. Lê pirsgirêka me ya rêveberiya karên me heye. Me wezareta çandê heye ku mixabin nekariye wek pêwist hevkar û piştîvaniya hunermendan be. Her wiha nekariye xebatên çandî wek pêwîst bigire nav xebat û xema xwe de.”
Şanogeriya di şertên zehmet de
Derbarê koma xwe ya şanoyê de jî wiha got; “Me komek ya hunera şanoyê hebû. Mixabin me piraniya kar û provayên xwe li malê dikir. Piraniya lêçûna wan senaryo an jî tekstên şanoyê li ser stûyê şanoger û endamên komê bû. Şanoger wisa lê hatiye di atmosfereke pir sar de dijî ku şiyana fikirînê û afirenêriyê ji bo ku bikaribe nanek peyda bike da ku mal û zarokên wî pê bijîn, nîne. Şiyaneke ew qas bi hunermendan re nîne ku bikaribe li aliyekê debara jiyana xwe bike û li aliyek din jî li ser hunerê bifikire.”
Hunermend û rewşenbîr ti tiştî nekirine
Di dawiyê de şanoger Feryad Ebdulrehman wiha got; “Ez dipirsim, rewşenbîran çi kiriye? Hunermendan çi kiriye ku bikaribin bibin şoreşek bo pêşxistina hişmendiya takekes ku ew jî bikaribe xweşî û aramiyê ji civaka xwe re çêbike? Sê binçîne hene ku dikare civakê bigihîne asta lûtkeyê ku ew jî perwerde, rewşenbîrî û tenduristî ye. Lê mixabin li welatê me ev sê mijar hatine paşguhkirin.”
ROJNEWS/RANYA