Cinayeteke siyasî ye!

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 30 Îlon 2020 - 23:11

  • Bavê Amed Ehmed ê polêsê Elman bi neheqî heps kir û di hepsê de jiyana xwe ji dest dayî, Mailk Zafer Ehmed got, kuştina kurê wî cinayeteke siyasî ye.

ERKAN GULBAHÇE

Amed Ehmed ji Efrînê penaberî Elmanyayê bûbû, lê polêsê Elman, Amed Ehmed ê ku li gorî kesên giliyê wî kirî, bê zirar û feqîrokî bû, bi neheqî girt, heps kir û di hepsa Kleve de jî di nava rewşeke zelûl de di encama şewatekê de Amed jiyana xwe ji dest da. Di ser wefata wî re va ye du sal derbas bûn, lewma wî 29´ê Îlona 2018´an ji ber birînên şewatê jiyana xwe ji dest dabû. Lêpirsîna edlî hema bi lez û bez hat bidawîkirin, lêpirsîna li parlamena eyaletê jî bi îdîaya sûc nîne, hat bidawîkikrin. Yanî ji ber kuştina Amed ceza li kesî nehat birrîn. Parêzerê wî Necdal Dîşlî dibêje, "Dosya tije skandal e", bavê Amed, Malik Zafer Ehmed jî dibêje, "dixwazin ser dozê bigirin". Li ser îtîraza malbatê dosya ji nû ve hat vekirin. 13´ê Cotmehê jî wê li Bonnê ji bo Amed Ehmed çalakiyeke bibîranînê tê lidarxistin.
Amed Ehmed ê ji Efrînê 6´ê Tîrmeha 2018´an bi îdîaya dişibe, Amedy G. yê ji Maliyê hat girtin û ew avêtin hepsa Kleve. Bi neheqî ew behtirî du mehan di hepsê de hat hiştin. Di encama şewata di hicrika wî ya hepsê de ew bi giranî birîndar bû. Di encama birînên xwe de 29´ê Îlona 2018ʼan jî wî jiyana xwe ji dest da. Tevî ku bi belgeyan îsbat bû ji kirina nezaretê, girtinê heta bi kuştina Amed jî rayedarên dewletê sûc kirine, bûyer nehat rohnîkirin. Piştî ku Amed jiyana xwe ji dest da hîna nû rayedar lê mikur hatin ku qaşo "bi şaşî" Amed Ehmed girtine. Lê belê hê gelekî ji beriya wê jî polêsan dizanî ku Amed Ehmed ne Amedy G. ye.

Dozgera Braunschweigê hişyar kiribû

Piştî ku lêpirsîna edlî polêsên sûcdar parastin, raporên kêm û nakok şewat xistin stûyê Amed bi xwe, bi nûçeya WDR-Magazin Westpolê vê havîna bihurî derket holê ku “Polîsê Kleve ji mêj ve dizanî, Amed Ehmed ne Amedy G. ye". Dozgeriya Braunschweigê pê hisiya ku Amady G. yê li Hamburgê polês lê digere û kesê hatiye girtin, ne heman kes in. Wê li ser vê yekê, polêsê Kleve bi telefonê hişyar kiribû. Amed Ehmed bi xwe jî beriya jiyana xwe ji dest bide bi du hefteyan, ji psîkologê re dibêje, "Rayedarên Elman dizanin şaşiyeke navan heye, ew dizanin ez ne Amedy G. me." Baş e naxwe çima Amed nehat berdan!

Kire hewar nebihîstin

Rapora nakok a li ser şewata di hepsê de jî dibêje, şewatê 15 deqîqeyan dewam kiriye, hîna nû piştre Amed pê li pişkoka hewarê kiriye û ew jî nehatiye bihîstin û dîtin. Lê paşê bi lêkolîna bernameya televîzyonê Monitorê derketibû holê ku şewateke welê 15 deqîqeyan dewam bike ji xwe pirsgirêk e, û piştre Amed karibe pê li pişkoka hewarê bike jî pirsgirêkeke din e. Pirsgirêka esil jî ew e ku ev hewar nehat bihîstin. Şahidên di hepsê de dibêjin, gava şewatê çêbû, Amed kiriye hewar. Lê heta ku ji sedî 40´ê bedena wî neşewitî, derî lê venekirin.
Dewletê, nexasim bi hewldanên wezîrê karê hundir ê eyaleta NRW´ê Reul hewl da ser bûyerê bigire û lêpirsên jî bi dawî kir. Li ser hewldanên malbatê û parêzeran, lêpirsînê ji nû ve dest pê kir.

Tije skandal e

Parêzerê malbatê yê doza Amed Ehmed Necdal Dîşlî dibêje, polêsê Elman qanûn binpê kirine, bi liberhevgirtineke pirr besît wê di cih de derketa holê ku Amed Ehmed ne Amedy G. ye. Necdal Dîşlî dibêje, sûcê li Amedy G. jî tê barkirin, ne yekî welê ye ku girtî bê dadgehkirin. Amed, Ahmedy G. jî bûya, li gorî Necdal Dîşlî diviya bihata berdan. Bi ya wî bi vê yekê jî polês bi qest qanûn binpê kirine.
Parêzer Necdal Dîşlî bi bîr xist ku 2 sal di ser wefata Amed re bihurîne û bûyer hê jî nehatiye rohnîkirin. Wî got, ew parlamen û dozgerî jî di navê de bi gelek sazî û dezgehên Elman re peyivîne: "Wan soz da ku ew ê bûyerê rohnî bikin. Lê mixabin tevî vê sozê jî lêpirsîn bi dawî kirin, me şahidî li vê kir. Ji bo ku doz ji nû ve vebe, me îtîraz kir, niha pêvajo dewam dike."

Dixwazin bûyerê bidin jibîrkirin

Bavê Amed, Malik Zafer Ehmed, dibêje, rayedar dixwazin ser bûyerê bigirin. Wî got, piştî bûyerê ew bi wezareta karê hundir û wezareta dadê ya eyaletê re peyivîne: "Bi devan gotin, di bûyerê de qisûra wan heye, lêborîna xwe xwestin. Parêzerê me jî got, lêborîneke bi devan ne bes e, heger wê vê bikin bila nivîskî bikin. Lê heta îro lêborîneke nivîskî ji me nexwestine." Malik ê bav, got, piştî bûyerê ew çûne hicrika li hepsê: "Di şewateke normal de evqas xisar çênabe. Laşê mirovekî evqasî bişewite, nikare xwe bigire, divê bike hewar. Bi ya min hin kesan agir bi hicrikê xistiye."
Malik Zafer Ehmed di dewamê de got, "Ji bo ser bûyerê bigirin, lêpirsîn bi dawî kirin. Li ser îtîraza me ji nû ve dest pê kir. Dostên me ji bo ku doz bê rohnîkirin ‘Înîsiyatîfa Amed Ehmed’ damezrandin. Ji niha û pê ve ev înîsiyatîf wê dozê bişopîne." Wî herî dawî got, mirina Amed encama kuştineke siyasî ye û xwest doz ji nêz ve bê şopandin.

13’ê Cotmehê li Bonnê çalakî

Înîsiyatîfa Amed Ehmed ji bo bibîranîna wî 13ʼê Cotmehê li Bonnê çalakiyeke bibîranînê li dar dixe û heman rojê wê gora bîrdariyê ya ji bo Amed jî bê vekirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.