Çima ‘jinên Îranî’ lê ne ‘Jinên Kurd’?

Nûçeyên Jin

Duşem 12 Kanûn 2022 - 01:03

Kovara TIME´ê jinên Îranî weke “Qehremanên Salê yên 2022*yan” neqandin! Bala xwe bidinê, ne “jinên Kurd” lê “jinên Îranî!” Ecêba xwedê! Nivîskara kovarê Azadeh Moaveni jî goterek li ser raperînên Rojhilatê Kurdistanê nivîsandiye û di gotara xwe de gotiye, “Qet naşibin kesên beriya xwe; ew xwe weke Îraniyan nabînin lê xwe weke nifşê Z hîs dikin.” Lê di gotara xwe de careke tenê jî, navê Kurdan û bajarên wan hilnedaye, her wiha dema behsa Jîna Amînî kiriye jî qet behsa Kurdbûna wê nekiriye!

Dema mirov ji derve li meseleyê dinihêre, mirov dibêje çi tiştekî baş e, kovara TIME´ê jinên Îranî weke qehremanên salê bi nav kirine. Lê esas, kes naxwaze raperîna ku bi destê Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê belav bûye bibîne! Dinya dizane, ev raperîn bêhtir li bajarên Kurdan diqewime û Kurd pêşengiya vê yekê dikin. Lê ew dixwazin bêyî Kurdan raperînê binirxînin û bi vî awayî xwendinên şaş dikin. Helbet vê yekê bi zanebûn dikin. 

Berpirsyar û CEO’ya kovara TIME´ê Jessica Sibley jî li ser twîtterê bergê kovarê parve kir û got, “Banga wan ya guherînê li çar aliyên dinyayê deng veda.” Yanî wê jî navê jinên Kurd hilneda û tenê got “jinên Îranî” û ev yek li gorî wê bes bû!

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.