VEYSÎ IŞIK/ WUPPERTAL
Li Elmanyayê di lîgên cihê de bi dehan tîmên futbolê yên Kurd jî hene. Li bajarê Elmanyayê Velbertê kluba sporê Velbert Engîzek jî yek ji van e. Klub, Gulana 2018'an hatiye damezirandin. Ji rêveberên klubê Selçuk Soyler dibêje, "Di nava demeke kurt de 3 jê ji bo kesên di ser 18 salan re, yek jê ji bo zarokên 4 ta 6 salî û yek jê jî ji bo zarokên 6 ta 8 salî, me 5 komên futbolê ava kirin. Ji ber ku em klubeke nû bûn, me ji lîga herî jêr ji Gruba C dest pê kir. Tîmeke me ya di ser 18 salan re niha di Gruba B de di rêza duyê de di lîgê de dewam dike. Armanca me ew e ku em sezona bê bikevin gruba A'yê."
Pêşî binesazî
Soyler dibêje, di futbolê de binesazî ji bo kluban gelekî muhim e û ji ber wê ew qedrekî mezin didin komên zarokan. Soyler wekî din rexneyê li wê yekê digire ku futbol weke karê mêran tê dîtin: "Di tevahiya saziyên Kurdan ên li Ewrûpayê de hevserokatî û di rêveberiyê de jî kotayeke cinsan a herî kêm ji sedî 40 heye. Di destpêka kluba xwe de me nekarî vê bikin. Ji bo pêvajoya kongreyê ya li pêşiya me armanc hem hevserokatî û hem jî pêkanîna kotaya ji sedî 40 e."
Kurd derfetan bi kar naînin
Soyler tîma Dalkurd FF a li bajarê Swedê Borlange sala 2004'an hatî damezirandin weke nimûne nîşan dide û dibêje, "Li Elmanyayê û li welatên din ên Ewrûpayê jî derfet heye ku klubên baş bên damezirandin. Divê em ji xwe bipirsin, çima heta niha me ev bi kar neanî û klubeke weke Dalkurd FF'ê nekarî ava bikin. Ji bo ku em vê kêmasiyê ji holê rakin, em bang li ciwanên xwe yên elaqedarî futbolê dikin da ku bi berpirsiyarî rabin."