Cilûberg û govendên Kurdî dan nasîn

Nûçeyên Çand/Huner

În 8 Adar 2024 - 00:18

Hefteya Çandî ya Jinên Kurd bi nîşandana cilûbergên Kurdî û govendê dewam dike.

Ji hêla Jinên Kurd ên Buroya Aştiya Cenî li gor herêman cilûbergên Kurdî hatin danasîn. Ji hêla Koma Feraşîn û Koma Delîl Çiyager a Folklorê ku ew xebatên xwe li Berlînê dibin serî, cilûbergên Kurdî û her wiha govendên Kurdî hatin danasîn. 

Nexasim jî cilûberg û govendên herêma Agirî, Koçgirî, Wan, Bedlîs û Colemêrgê hatin danasîn. Çalakiyên hunerî bi govendê dewam kirin. Kesên beşdarî çalakiyên hunerî bûn govend gerandin û stran gotin.

Hefteya Çandî ya Jinên Kurd bi çalakiyên cur bi cur dewam dike.

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.