Cihêkarî diêşîne ne hejarî
Pêncşem 11 Mijdar 2021 - 23:21

- Mamosteyên gelek bajar û navçeyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li hemberî qanûnên cihêkar û neadilan ên Îranê, nerazîbûn nîşan dan û daxwaza mafên xwe kirin.
Mamosteyên gelek bajar û navçeyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li hemberî qanûnên cihêkar û neadilan ên Îranê, nerazîbûn nîşan dan û daxwaza mafên xwe kirin.
Ji ber binpêkirinên mafê mamosteyan, giraniya buhayê kel û pelan, meaşa kêm û yekdestkariya perwerdeyê, her wiha qanûnên cihêkar, pêkneanîna proje qanûna rêzbendiya bi qasê ji sedî 80, ya desteya zanistî ji bo mamosteyên aktîf û bi daxwaza wekhevkirina maf ji bo mamosteyên teqawîtbûyî, nerazîbûnên mamosteyan didomin.
Doh mamosteyên li bajarên rojhilatê kurdistanê ên weke Kirmaşan, Merîwan, Seqizê li ser banga Encûmena Sendîkaya Mamosteyan a Îranê, daketin meydanan û bi mîtîngan nerazîbûna xwe nîşan dan.
Mamosteyan ev peyam dan: Mamosteyan pankartên li ser wan nivîsandî “Em bi cihêkariyê diêşin ne ji hejariyê, daxwaza me nehiştina cihêkariyê ye”, “Perwerdeya bê beramber û baş mafê zarokan hemûyan e” hilgirtin û daxwaza bicihanîna bêqisûr a projeqanûna rêzbendiyê kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN














