Dewleta Tirk dixwaze 11 herêmên Geliyê Mûnzûrê û navçeya Pulurê bixe ber talana ekolojîk û bike devera madenê. Hunermendên ji Dersimê nerazçîbûn nîşanî projeyên madenê yên li Dersimê dan û diyar kirin ku çav berdane çiyayên wan û bang li civakê kirin da ku li dijî talanê rabe. 
Hunermend Mûsa Bakî diyar kir ku di nava 10 salên dawî de talankirina xwezayê zêde kirine, bi van porjeyan mêrg, dar û deviyên wan tên tinekirin. Mûsa Bakî got, “Bi projeyên madenê çav berdane çiyayên me. Çiya û cihên me yên pîroz, bîra me ne. Dixwazin bîra me tine bikin. Hem bîra me tine dikin hem jî dixwazin polîtîkaya bişaftinê li ser me birêve bibin. Divê em bi seferberî li ber vê feraseta talanker rabin.” 
 
Li ber rantê rabin

Hunermend Metîn Kahraman jî destnîşan kir ku xweza di baweriya elewîtiyê de pîroz e: “Bi van projeyan dê çandinî û sewalkarî jî were tinekirin. Di encamê de wê birçîbûn û koçberî çêbe. Ez bang li civakê dikim da ku bi seferberiyê li ber rantê û talanê rabin.” 
Hunermend Zeynep Kiliç jî diyar kir ku îqtîdar ji bo xweza tine bibe, rantê temîn dike: “Heke deverên madenê vebin, wê axa me ji destê bê girtin. Wê zeviyên me û çandiniya me tine bibe. Wê xweşikiya xweza û bajarê me bi dawî bibe. Wê cih û welatê me ji me bistînin. Ji ber vê yekê divê hunermend, partî, gel û civak li dijî rantê rabin û xwezaya xwe biparêzin.” 

MA/DERSIM