Dayîka Çîçek Kobanê got, desthildarên Tirk nahêlin keça wê peywendiya telefonê pê re deyne û bang li hiqûqnas, parêzer û rêxistnên peywendîdar kir da ku dest werdin meseleyê û sûcên dewleta Tirk belge bikin. 

Dewleta Tirk piştî ku 2 sal di ser revandina Çîçek Kobanê re bihurî, bi awayekî ku qanûnên navneteweyî binpê bike, cezaya heta hetayê li Çîçek Kobanê birrî. Bi vê yekê jî wê bi xwe belge kir ku jiqûqa şer binpê kiriye. Lewma kesên dîlên şerê in, divê miameleya dîlên şer bi wan re bê kirin û nabe ji welatiyeke welatekî dagirkirî, li welatê dagirker bê dadgehkirin.

Çîçek Kobanê (Dozgîn Temo) şervana QSD’ê bû. Di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gundê Mişêrfê yê ser bi Eyn Îsayê de birîndar bû û dîl hate girtin. Piştre çeteyên dewleta Tirk ew revandin û birin Tirkiyeyê. 

Li dijî biryara neqanûnî ya dadgeriya dewleta Tirk a dagirker a cezayê hepsê yê heta hetayê li Çîçek Kobanê, gelek aliyan nerazîbûn nîşan da. Her wiha ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina rehîngirtina Çîçek Kobanê, binpêkirina hiqûqa navneteweyî daxuyanî hat dayîn.

Beriya demekê, dayîka Çîçek Kobanê gotibû, ew cezaya li dijî keça xwe qebûl nake û bi derqanûnîbûnê wesif kiribû û bang li tevahî rêxistinên hiqûqî kiribû da ku destwerdanê bikin û cezaya li dijî keça wê rawestînin.

Sûcan belge bikin

Çîçek Kobanê, beriya ku ceza lê were birrîn her hefteyê carekê bi malbata xwe re diaxivî, lê ji hefteya beriya ku ceza lê were birrîn û vir ve, hîna ti carê bi malbata xwe re peywendî nedaniye û sedem jî nayê zanîn. 

Dayika Çîçek Kobanê, Wehîde Osman gotibû, keça wê her roja pêncşemê pê re diaxivî, lê belê ji 3 hefteyan û vir ve peywendî pê re qut bûye, ango beriya birrîna cezaya muebedê bi hefteyekê, peywendî qut bû.

Wehîde Osman diyar kir ku heta niha ew sedema qedexekirina peywendiya bi keça xwe re nizanin.  Wehîde Osman bang li parêzerên wê kir da ku rewşa keça wê û sedemên qedexekirina peywendiyê zelal bikin. Her wiha bang li hiqûqnas, parêzer û rêxistinên mafên mirovan kir da ku dest werdin meseleyê, û sûcên derqanunî li dijî girtiyan belge bikin‫.‬

Li gorî Navenda Belgekirina Sûcan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewleta Tirk zêdetirî 49 kesên din bi behaneya ku piştgiriya QSD’ê yan jî rêveberiya xweser kirine, girtine. Ev hemû jî li gorî hiqûqa navneteweyî sûc in.

ANHA/KOBANÊ